Îsraîl hizr di alîkarîkirina neleşkerî a Rojavayê Kurdistanê dike

Îsraîl hizr di alîkarîkirina neleşkerî a Rojavayê Kurdistanê dike

Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlî ji zarê karbidestan ragihand ku, Îsraîl hizra wê yekê dike ku alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistan bi awayekî “neleşkerî” bike.

Li gorî rayedaran, Îsraîl ji niyaza Turkiyê ya ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfereh li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dilgiran e.

Daxuyaniyên berpirsan ji Dezgeha Ragihandina Îsraîlî re piştî hevdîtina di navbera Fermandarê Deyet Tehrîr el-Şam Ehmed El-Şerî naskirî bi “Ebû Mihemed el-Cûlanî” bi Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan re roja Yekşemê li Şamê hatin.

Fîdan û El-Şerî razîbûna xwe li ser pêwîstiya hilweşandina hemû pêkhateyên çekdar û radestkirina çekên wan ji bo dewletê diyar kirin, di nav wan de aliyên Kurdî.

Fîdan tekez kir ku “cihê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gelê Kurd di paşeroja Sûriyê de nemaye”.

Ji aliyê xwe ve, El-Şerî got: “Em ti carî rê nadin hebûna çekan li derveyî destên dewletê. Komên çekdar dê xwe yek bi yek hilweşînin û ev yek jî li ser çekdarên navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de cî tê bicîkirin, ji ber ku hebûna aliyekî çekdar li her cihekî tê wateya metirsiyê li ser ewlehî û aramiyê.”

Pustên heman beş