Kesayetê diyar ê Tirkiyeyê Dr. Ufuk Uras eşkere dike: “Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê bang li PYDê bike tevlî hikûmeta nû ya Şamê bibe.”
Îro şandeke DEM Partiyê serdana Ocalan kir. Zanayê siyasetê û kesayetê diyar ê Tirkiyeyê Dr. Ufuk Uras ku meha borî li ser Pêvajoya Çareseriyê digel Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî û berpirsên DEM-Partiyê civînên berfireh kiribû, ji K24ê re got: “Banga Dewlet Bahçelî ya ji bo hevdîtina DEM Partî û Ocalanî rewabûnek dirûst kir û xelk jî dixwaze aşitî çêbe û piştgiriya hevdtina wan dike.”
Herwiha got jî: “Ez li ser pêvajoyê gelek geşbîn im. Jixwe Ocalan ji roja hatibû girtin heta niha berdewam banga civakeke aşt û civakek ji tundiyê hatiye parastin, dikir. Li gor pêşbiniya min Ocalan dê bang li tevgera Kurdî ya li Sûriyeyê bike ku bibe beşek ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê.
Dr. Ufuk Uras derbarê Pêvajoya Çareseriyê de got: “Pêvajoya Çareseriyê bi pêvajoyên çêkirina destûra nû ya Tirkiyeyê û Sûriyeyê hemaheng bi rê ve biçe. DEM-Partiyê gotibû dewleta Tirkiyeyê rê nade me ku em biçin cem Ocalan û me mijûl dike. Ez wekî DEM-Partiyê nafikirim. Pêwîst nake DEM-Partî xwe dilgiran bike, pêvajo dê berdewam bike.”