Daxuyaniya yekemîn ji endamên Partiya DEM’ê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ku duh bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, hat dayîn. Ocalan Peyama xwe de dibêje: Ew jîrbîn û îradeya min heye ku tevkariya erênî ya pêwîst ji bo paradîgmaya nû ya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didin wê bikim.
Piştî ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç destûr da Partiya DEMê serdana Serokê PKKê Abdullah Ocalan bike, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlementera Wanê Pervîn Buldan duh danê sibê çûn Girava Îmraliyê û bi saetan li gel Ocalan hevdîtin kirin.
PEYAM: Ji çapemenî û raya giştî re
Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê:
Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nirxên wî yên ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd girîngiyeke jiyanî bû.
Di hevdîtinê de ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.
Çarçoveya giştî ya raman û nêzîkatiya wî wiha ye:
– Ji nû ve xurtkirina biratiya Tirk-Kurd ji bo hemû gelan bûye berpirsyariyeke dîrokî û ji bo hemû gelan jî bûye erkeke diyarker a çarenûsê.
– Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bi hesabên teng û demkî bên girtin, însiyatîf, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê Meclîsa Tirk be.
– Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê nîşan da ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi destwerdanên derve dihat xwestin gangrenîze bibe, êdî neçar maye. Alîkarî û pêşniyarên opozîsyonê jî ji bo bidestxistina serketinê di karekî rasterast bi giraniya vê mijarê re hêja ne.
– Ew jîrbîn û îradeya min heye ku tevkariya erênî ya pêwîst ji bo paradîgmaya nû ya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didin wê bikim.
– Heyet wê vê nêzîkatiyê hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di ronahiya van de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û bangawaziyê bikim.
– Ev hemû hewldan dê welat bigihîne asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî dê bibe rêberek pir hêja.
– Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye.
Bi rêz ji raya giştî re,
Pervîn Buldan û Sırrı Süreyya Önder
29 Kanûn 2024