Hevdîtinek di navbera serokê partiya herî netewperest û Tirkperest a Tirkiyeyê Devlet Bahçelî û şanda Partiya DEM ê de pêk hat. Di hevdîtinê de ji Partiya DEM ê Ehmet Tirk, Perwûn Buldan û Sırrı Sûreyya Onder amade bûn. Medyaya Tirk bûyer wek “Hevdîtina dîrokî” pêşkêşkir. Ev hevdîtin bi rastî ji bo Kurdan jî dîrokî bû. Ji ber ku ev hevdîtin bû hevdîtina ku hemû maskên li ber rûyê wan bikevin. Helbet ji bo yên ku fêm dikin…
Piştî hevdîtinê, Ehmet Tirk daxuyaniyeke balkêş da îsmail Saymaz ê Halk TV yê û got: “Îro li Rojhilata Navîn nifûseke Kurd a 50 milyonî heye û berê wan hemûyan li Tirkiyeyê ye, ew xwe wek beşek ji Tirkiyeyê dibînin.” Wî herwiha got “Tenê xema me avakirina biratiya Kurd-Tirk a ji nû ve ye.”
Niha bila hemû Kurd destê xwe deynin ser wijdana xwe û bersiv bidin:
– Gelo tenê xema Kurdan ew e ku bi Tirkan re bijîn? Ji Lozanê heta niha, li çar perçeyên Kurdistanê, bi hezaran kes ji bo ku li welatekî azad, bi çanda xwe, zimanê xwe û xwedî axa xwe bijîn şehît ketin, an wek ku Ehmet Tirk dibêje ji bo biratiya bi Tirkan re mirin?
– Gelo niha berê Kurdên li Sine, Seqiz, Mehabad, Silêmanî û Kerkûkê, û herwiha yên li Qamişlo û Hewlêrê li Tirkiyeyê ye? Ma berî du salan, di serhildana Jîna Emînî de li Îranê, nêzî sed Kurdên ku li kolanan ji bo protestokirina kolonyelîzma dewleta Îranê şehîd bûn, ji bo Tirkiye bûnê mirin?
Li gorî daxuyaniya Ehmet Tirk, ne azadî û jiyana li ser axa xwe, lê tenê xema hemû Kurdan biratiya bi Tirkan re ye. Ev daxuyaniya Ehmet Tirk di rastiyê de heqareteke li Kurdan e, heqareteke li ciwanên Kurd ên ku li ser vê axê xwîna xwe riştine. Nivîskarê van rêzan wek Kurdek bi eşkereyî dibêje ku Ehmet Tirk ne îradeya min e, tu min temsîl nake. Ez heta wê saziya ku van gotinên Ehmet Tirk ên xayintî wek paradigmaya nû, netewa demokratîk û hwd,vedişêre jî wek îradeya xwe nabînim. Divê her Kurdê birûmet ji Ehmet Tirk re bibêje tu ne îradeya Kurdan î. Gotina Ehmet Tirk gotineke li berjewendiya Tirkan e, gotineke ku îradeya Tirkan temsîl dike. Ehmet Tirk bi rastî heqê paşnava xwe aniye, wek Tirkekî difikire,dijî û axiviye.
Çima paşnavê Ehmet Tirk “Tirk” e? Ne bi zorê ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn. Paşnava Tirk ji Alayên Hemîdiyê yên ku di serdema Osmanî de li dijî Kurdan hatibûn avakirin, maye. Çîrokeke dirêj heye lê serokê eşîra Qenco Huseyn Qenco, ku di nav Alayên Hemîdiyê de cih digirt, hînî Tirkî dibe û navê keça xwe jî dike Turkiye. Piştre serokê eşîrê bi şertê ku bi keça wî re bizewice, serokatiya Eşîra Qenco û qesra xwe ji bavê Ehmet Tirk, Sinan re dihêle. Dema dewleta nû ya kemalîst a Tirk tê avakirin, bavê Ehmet Tirk bi dilxwazî ji bo dilsozîya xwe ya bi dewletê re nîşan bide, paşnavê xwe kir Tirk.
Em bibêjin wê demê bavê Ehmed nezan bû – ku ne wisa bû, wê demê herêma Mêrdînê navenda Kurdayetiyê bû – lê Ehmet Tirk ê ku bi gotina xwe Kurdan temsîl dike, qet nefikirî ku paşnava xwe biguherîne. Çima? Ji ber ku ev kes di dawiyê de kesên bi ruhûcan dilsozên dewleta Tirk in. Ehmet Tirk heqê paşnavê ku Komara Tirkiyeyê daye wî ango Tirk desi sed cih tîne, lê ew ne layiqê temsîlkirina Kurdan e.
Me berê jî got, li masa ku li Îmraliyê hat avakirin, ji bo temsîlkirina Kurdan li ser masê qed Kurdek tune ye.
Bir Arap ve bir Türk İmralı’da Öcalan ile Kürt sorunun çözümünü görüştü, Öcalan ne söyleye bilir?