Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê re dicive

Masrour-Barzani-turkey-net

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro dê li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Malpera fermî ya Serokomariya Tirkiyê ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê îro sêşemê li Koşka Serokomariya Enqerê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê saet 12ê nîvro bigihe Wezareta Derve ya Tirkiyê û ligel Wezîrê Derve Hakan Fîdan bicive.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de behsa peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pêşhatên Sûriyê û paşeroja wî welatî bi qonaxa nû ya aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê were kirin.

Pustên heman beş