Nasnameyên 4 Şervanan hatin eşkerekirin

HSD-4-info

Hêzên Sûryeya Demokratîk ragehand, li gundewarê Minbicê û Sirînê 4 Şervanên wan ketin ber êrîşan û jiyana xwe ji dest dan, artêşa Tirkiyê jî kuştina 32 Şervanan ragehandiye.

Êrşên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûryeyê” ya girêdayî Tirkiyê berdewam dikin, li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê di navbera HSDê û komên çekdar de şer û pevçûn derdikevin.

HSDê di daxuyaniyekê da ragehand ku di êrşên li gundewarê Minbicê û Sirînê de 4 Şervanan jiyana xwe ji dest daye.

Agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:

Avaşîn Efrîn: Navê wê yê fermî Ezîze Hisên e û ji Efrînê ye.

Xemgîn Horik: Navê wî yê fermî Ehmed Casim Mistefa ye û ji Kobaniyê ye.

Azad Tirbespiyê: Navê wî yê fermî Hatim Mehmedû El Esaf e û ji Tirbespiyê ye.

Reşo Amûdê: Navê wî yê fermî Mihemed Zahir El Hisên e û ji Şedadê ye.

Li rexê din, li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka şer ve 201 çekdarên “Artêşa Niştimanî” hatine kuştin.

SOHRê da zanîn ku ji destpêka şer ve 56 şervanên HSDyê û 25 sivîlan jî canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş