Ebdî: Me bi rayedarên Şamê re li ser ‘redkirina parçebûna Sûriyeyê’ lihev kiriye

mazloum-abde-syria-info

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, ew ligel desthilata nû ya Sûriyeyê li ser redkirina her projeyeke parçekirina welat lihev kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji “AFP” re got: “Ew ligel desthilatên nû yên Şamê li ser redkirina her projeyekê ji bo parçekirina Sûriyeyê li hev kiriye.”

Mezlûm Ebdî amaje bi wê yek kir, “Meha borî civîneke erênî di navbera şanda HSDê û desthilatên nû yên Sûriyeyê de li Şamê hebû.”

Pêştir jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê bi rojnamevanî de tekezî li ser giringiya Sûriyeyê wekî welatekî yekparçe kir, lê diyarkirina awayê sîstema wê ya siyasî ji bo îradeya gelê Sûriyeyê û danûstandinên destûrî re hîşt.

Pustên heman beş