Li Şirnex navçeyên wê, 13 herêmên wek çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbarê, Dolê û Dêriyê Zêr, wek herêmên teybet hat nîşandan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Di daxuyaniya parezgariya Şirnexê de wiha hat gotin:
“Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî, li Herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê, çiyayê Gabbarê alîyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Kela Memê, Dêrîyê zêr ku dimîne di navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera 12ê Rêbendanê heta 27ê Rêbendana 2024’an de, 13 herêm vekê Herêma Ewlekariya Taybet hatîye nişandan û jibo 15 rojan hatine qedexekirin.”