Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeolê ku ji ber îlankirina rewşa awarte ji wezîfeya serokdewletiyê hatibû dûrxistin, di çarçoveya lêpirsîna li ser wî de hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya ajansa Koreya Başûr Yonhapê, rayedarên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) îro sibeyê cara duyem dest bi tevgerê kir da ku biryara desteserkirina Yoon bi cih bînin.
Rayedaran Yoon li xaniyê serokdewletiyê desteser kir û ew ji bo îfadeyê bir Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê ya li Gwacheona li başûrê Seulê.
Ev cara yekem e di dîroka wî welatî de serokkomarek dema li ser kar desterserkirin.
Yoon Suk Yeol 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an rewşa awarte ragihandibû.
Parlamentoya Koreya Başûr ji ber ku rewşa awarte dijî destûrê ye daxwaza destgirtina Yoon Suk Yeol kiribû û ji ber vê ji kar hatibû dûrxistin.
Yoon, piştî ragihandina rewşa awarte bi şandina leşkeran a parlamentoyê û hewldana astengkirina dengdayîna li dijî biryarê tê tawanbarkirin.