Erdogan: “Ji kujerê pitikan re efû nine”

Erdogan-Ocalan-net

Li gorî Rojnameger Abdulkadîr Selvî, Erdogan gotiye, “Heps mepsa malê nîne. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê nîne.”

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi parlamanterên partiya xwe re civiyaye.

Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe de got ku parlamenter herî zêde li ser mijara “hepsa malê” rawestiyane û pirs ji Erdogan kirine.

Erdogan jî bersiv daye wan û gotiye:

“Heps mepsa malê nîne. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê nîne. Ji kujerê pitikan re efû nîne.”

Li gorî nivîsa Selvî, Erdogan pişt re jî berê xwe daye Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û gotiye, “Van ji xelkê re bibêjin.”

Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Erdogan gotiye divê PKK çekan deyne û “Divê ne tenê li Tirkiyeyê, li Îraq û Sûriyeyê jî çek bê şert û merc werin danîn.”

Pustên heman beş