Hevserokê KCKê: Bêy azadkirina Apo ti aşitî û çareserî çênabe

Cemil-Baiyk-apo-Net

Hevserokê KCKê îro ragihand, heger rêber Apo neyê azad kirin, ti aştî û çareserî çênabe û got: “Apo dixwaze rola xwe ya dîrokî bilîze û dewleta Tirk, Rojhilata Navin û hemû mirovahiyê ji pirisgrêkên giran xelas bike, lêbelê dewleta Tirk rê li ber wî girtiye û nahêle ew vê rolê bilîze, loma jî tecrîd dewam dike”.

Cemîl Bayîk îro roja şemî 18 Çileya 2025ê bo têlefzyûna Stêrk Tv ya PKKê axivî û nirxandin bo pêvajoya çareseriyê, rewşa şer, Rojava Kurdistanê û her wiha rola gerdonî ya Ebdulla Ocalan di çareserkirina pirisgrêkên Tirkiye, Rojhilata navîn dinyayê û her derê kir!.

Di derbarê pêvajoya çareseriyê de, Bayîk got: «Heger rêber Apo neyê azad kirin, ti aştî û çareserî çênabe, Tirkiye, Rojhilata Navin û hemû mirovahî di pirisgrên giran de derbas dibin, Apo dixwaze van pirisgrêkan çareser bike, lêbelê dewleta Tirk rê li ber wî girtiye û bi rîya tecrîda mutleq naxwaze Apo vê rola dîrokî bilîze».

Derbarê Tirkiyeyê, Cemîl Bayîk dibêje: «Tirkiye di pirisgrêkên pir giran de derbas dibe, Apo dixwaze Tirkiyeyê rizgar bike, ji bo ku çarenûsa wê weke ya dewleta Osmanî nebe»!

Ev hewlên Ocalan yên rizgar kirina Tirkiyeyê ku Cemîl Bayîk qala wan dike, bi wê wateyê tê ku Ocalan hêjan jî li ser wê soza xweye dema ku li sala 1999 hatiye vegerandin ku hêjan di balafirê de ji efserên MÎTê re got: “Diya min Tirke, ez dixwazim xizmeta Tirkiyeyê bikim”. Li gorî gotina Cemîl Bayîk, Ocalan îro jî dixwaze xizmetkar û rizgarkerê Tirkiyeyê be ji bo ku çarenûsa wê weke ya Osmanîyan nebe.

Bayîk derbarê şer jî got: «Ji ber ku hîna niha ti tiştek ji Apo û dewletê negihîştiye PKKê, ewê şer dewam bikin».

Ev nirxandinên Cemîl Bayîkê Elewî ku bi rêber PKKe ya Îranê tê hesab kirin û girêdana doza Kurdan bi azadîya Apo ve, bi wê wateyê tê ku Îran li dijî pêvajoya çareseriyê ye û ew naxwaze ti aşitî li Tirkiyeyê pêk were, her wiha weke bersivekê bo daxuyaniyên Ardogan tê ku li hefteya rabûrî gotbû ew bi t awayî Ebdullah Ocalan rizgar nakin.

Tayîp Ardogan di bersiva parlmenterên AKPê de ku mijara hepsa malê bo Ocalan xisitbû rojevê got: «Hepis mepsa malê nîne, em kujerê pitikan rizgar nakin, divê PKKê bê şert û merc çekan deyne û xwe hilweşîne».

Pustên heman beş