Hevdîtina dawî ya Cemîl Bayik bi Stêrk TV re gelek îşaretên siyaseta PKK’ê ya pêşerojê tê de hebûn, Cemîl Bayik li ser mijara hevdîtina Ocalan û dewleta Tirk de got, “ne ji rêber Apo û nejî ji dewletê heyanî niha ti tiştek negihiştiye me”. Helbokî me dizanî ku Hevserokê Dem partiyê Tülay Hatimoğulları di 24/12/2024an de hat Silêmaniyê û nameyek ji Ocalan bo KCK’ê anîbû, Cemîl Bayik di nava axaftina xwe de nerazîbûna xwe ji hevdîtina Ocalan û dewleta Tirk nîşan da û got, “dewlet dixwaze bi van hevdîtinan rêber Apo bêy îtîbar bike.” yanî esasen Cemîl Bayik peyameke nerasterast ji Ocalan re rêkir û xwest ji Ocalan re sînorekê deyne.
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik keseke ku wek alîgirê Îranê tê naskirin. Piştî sala 2013an jî bi pêşengiya Cemîl Bayik PKK’ê di baskê Îranê de cî digire. Ev binketinên ku vê dawiyê Îranê tecrûbe kirî weke binketina stratejî û rêbertiya Cemîl Bayik jî tê zanîn. Cemîl Bayik hember Ocalan û Qarayilan têkoşînek dabû û di astekî mezin de êdî PKK’e ketibû di bin kontrola wî de, Cemîl Bayik niha dixwaze vê kontrola xwe berdewam bike, ji ber vê yekê jî dixwaze zendên xwe hilde û rêyeke nû ji PKK’ê re çêbike. Ji ber vê yekê jî di vê dema dawiyê de gelek caran li ser yek derdikeve ser şaşeyên televîzyona û peyaman ji boy hêzên herêmê dişîne. Yanjî bi şêweyekî hêjan zelaltir em bibêjin, Cemîl Bayik li hamiyekî nû ji boy PKK’ê digere. Yanjî hêjan hişktir bibêjîn, Cemîl Bayik hesaba vê yekê dike ku vê carê PKK’ê bifroşe kê.
Dibe ku hinek kes van gotinên me zêde hişk bibînin û bibêjin ku, “PKK’e dixwaze di nava hevsengiyên Rojhilata Navîn de rêyeke nû ji xwe re bibîne û siyaseta rêya sêyemîn pêk tîne, û bi van gotina belke dixwazin PKK’ê biparêzin.” lê belê eve rast nîne, rastî eve: PKK’e û hêzên wê yên leşkerî di Rojhilata Navîn de êdî hêzeke paramîlîter e. Ne ji boy daxwazên kurdan, ji boy berjewendiyên xwe bazarê bi dewruberan re dike. Di hevdîtina Cemîl Bayik ya dawî de jî em dikarin bi çend gotinan vê yekê îspat bikin.
Cemîl Bayik ji boy Tirkiyeyê çi got: “Rêber Apo naxwaze dawiya Tirkiyeyê weke dawiya Osmania be, PKK’ê gelek alternatîvên din hene û dikare van alternatîvan ji boy xwe bikar bîne, eger PKK’ê wiha kir wê Tirkiye zirarê bibîne, lê em naxwazin Tirkiye bikeve rewşeke zoriyê de.” başe Cemîl Bayik û PKK’e çima naxwazin Tirkiye parçe bibe, ma kurd ji vê yekê sûdmend nabin?! Cemîl Bayik ji boy Îraqê jî van gotinan dike, “dixwazin dewleta Îraqê parçe bikin. Dibe Îranê hinekî derbe xwaribe lê di Îraqê de ewê li ber xwe bide, ji ber ku Îraq ji Îranê re ji cîhên din yên weke Libnanê û Sûriyeyê girîngtire.” li vê derê jî Cemîl Bayik naxwaze Îraq parçe bibe, esasen ev gotinên Cemîl Bayik ji ber vê yekê ye ku Cemîl Bayik dibîne şerê Tirkiyê û Îranê li ser Îraqê çêdibe û ji ber vê yekê ji her du aliyan re dibêje, em li Îraqê ne, hêzên me yên çekdarî hene û hûn dikarin me ji xwe re bikar bînin, esasen Cemîl Bayik hem ji boy Îraqê û hem Îranê û hem jî Tirkiyeyê çekekî vekirî dide, hetta ji wan re dibêje jî, “êdî di Rojhilata Navîn de Îtîfaqa Îbrahîmî heye, yanî Îsraîl heye.” anku Cemîl Bayik dibêje ger hûn me ji boy xwe bikar neînin wê Îsraîl me ji xwe re bikar bîne.
Cemîl Bayik dibêje: “kî kurdan bikşîne gel xwe ewê di Rojhilata Navîn de bi ser bikeve.” beramber vê rastiyê jî Cemîl Bayik ji kurdan re nabêje werin em li kêleka hevdu bisekinin û em bibin yek, yanî ji her kesê re çekekî vekirî dide, lê ji kurdan re na. Ji ber ku hebûna PKK’ê li ser esasê çareseriya kurdan nîne, li ser esasê neçareserkirina pirsgirêka Kurdan e, PKK’e di tu perçeya Kurdistanê de careseriyê naxwaze, ji ber ku tiştê Cemîl Bayik jê ditirse eve ku hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikaribin bi rastî lihevhatinekê bikin, tirsa PKK’ê eve ku YNK’e û PDK’e bi hev re hikûmeteke xurt çêbikin, ji ber ku ev alozî çareser bibin PKK’e nema bikaribe xwe bi Îraqê re bazar bike, rê namîne ku PKK’e bi ala Heşdî Şebî li Şengalê bimîne, heman demê PKK’e naxwaze li Îranê jî pirsgirêka kurdan were çareserkirin, dewleta Îranê cezayê sêdaredanê dide Pexşan Ezîzî û Tirîfe Muradî ku ev endamên PJAK’ê ne, lê belê kesên ku PJAK’ê îdare dikin, Mistefa Qarasû û Cemîl Bayik di bin baskê Îranê de bi ewlehî dijîn, PKK’e li Rojava jî yekitiya kurdan naxwaze, tenê PKK’e dixwaze li Rojava sûkek ji wê re vebibe ku bikaribe têde bazarekî bike, em careke din dubare dikin, PKK’e hêzeke paramîlîter e, hêzên paramîlîter nabin adresên çareseriyê, hêzekî paramîlîter nikare yekitiya netewî ya kurdan çêke, kurd divê vê taybetmendiya PKK’ê bibînin û ew rêyên ku PKK’ê girtine ji xwe re vekin, her perçeya Kurdistanê li gor taybetmendiya xwe çareseriyekê peyda bikin û yekîtiyê çêkin, ancax wî wextî dikarin xwe ji destê PKK’ê weke amûrekî bikaranîn de rizgar bikin, ev nerînên ku Cemîl Bayik di vê hevdîtinê de anîn ziman desteserkirina çarenûsa Kurda ye, û nabe em ji van axaftinên Cemîl Bayik hêviyekê ji boy kurdan peyda bikin.