Sê keç û xortên ku PKKê revandibûn, hatin rizgar kirin

Du keç û xortek ku temena wan di bin 18 saliyê de ne û ji hêla rêxistina PKKê ve hatibûn revandin û çekdar kirin, rizgar bûn û karîn ji rêxistinê qut bibin.
Çavkaniyên taybet yên Darka Mazî îro roja duşemî 20 Çileya 2025ê aşkere kirin, 3 ciwanên Kurd yên di bin 18 saliyê de ku du keç û xortekin karîne li vê dawiyê ji zora rêxistina PKKê qut bibin.
Nasnameya wan wisaye:
- Nav: Remezan Behrî Mihemed.
- Navê kod: Gever Botan – Hêzil Reş.
- Cih û ji dayîkbûn: Dêrk / 2009.
- Qutbûn: 24/11/2024.
- Nav: Aynaz Qurban Elî Hesen.
- Navê kod: Hêva Niştîman.
- Cih û ji dayîkbûn: Rojihlata Kurdistanê / 2008.
- Qutbûn: 2/9/2024.
- Nav: Dinya Ziyad Xêro Bedir.
- Navê kod: Zîlan Gerîla.
- Cih û ji dayîkbûn: Şengal / 2007.
- Qutbûn: 22/12/2024.
Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistna Netewên Yekbûyî ve hatiye tespît kirin.
PKKe zarokên Kurdan li jêr nav û dirûşmeyên xapînok, bi navê eşqa Kurdistanê û serbest kirina welat di xapîne û piştre mejîkê wan dişû û wan di berxwedana xwe ya saxte de li çiyayên Kurdistanê ji boy demokratîk kirina Tirkiyeyê dide kuştin.