Bi êrîşên asmanî yên dewleta Tirk, 6 çekdarên PKKê li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand, êrîşên wan li dijî PKKê wê bê navber bidomin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di 24 saetên derbasbûyî de, êrîşên asmanî li herêmên Pence û Gare, li dijî PKKê hatine encam dayîn.
Di êrîşan de, 6 çekdarên rêxistinê bûne hedef û hatine kuştin.
Wezaretê her wiha got: “Êrîşên wan li dijî PKKê wê bê navber bidomin”.