Desteya Serokatiya ENKSê pêşwaziyê li daxuyaniya Wezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dike û dibêje, “Rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û misogerkirina beşdarbûna wan a dadmend di dariştina pêşeroja welat de, baştirîn rê ye ji bo bilindkirina yekîtiya niştimanî û bidestxistina aramiyê li Sûriyeyê.”
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şeybanî îro daxuyaniyek bi Kurdî li hejmara xwe ya tora civakî ya “X” belav kir û tê de got: “Kurd li Sûriyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”
Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de, pêşwazî li gotinên Şîbanî kir û ragihand, “Em pêşwazî li vê pêngavê dikin, ku bi awayekî eşkere bûna Sûriyeyê weke dewleteke pir etnîkî û pir olî nîşan dide.”
Herwiha got: “Em tekez dikin ku rakirina neheqiyan li ser gelê Kurd û dabînkirina mafên wî yên destûrî, bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî, aram û pêşketî ye.”
ENKS tekez dike, “Rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û misogerkirina beşdarbûna wan a dadmend di dariştina pêşeroja welat de, baştirîn rê ye ji bo bilindkirina yekîtiya niştimanî û bidestxistina aramiyê li Sûriyeyê.”