Tirkiyeyê 240 kesên din bi sedema PKKê desteser kirin

240-turkey-pkk

Li 43 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedema alîkarî û propagandaya rêxistina PKKê,  240 kes hatine desteser kirin.

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên “Gurz-39” û “Gurz-40” yên ku 2 hefte ne li 43 bajaran li dijî PKKê dewam dikin da 240 şikbar hatin girtin.

Yerlîkaya ragihand operasyon li Enqere, Stenbol û Îzmir jî di nav da li 43 bajaran hatin encamp dayin.

Herwiha got şikbarên ku hatin girtin di nav PKKê da dixebitîn, ji rêxistinê ra piştgiriya aboriyê peyda dikirin û bi rêya hesabên medya civakî propagandaya PKKê dikirin.

Yerlîkaya anî ziman ku kesên der barê wan da cezayê girtînê û qeyda lêgerînê hene jî hatin girtin û diyar kir ku di operasyonan da çekên bêruxset, gelek belgeyên rêxistinî û melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.

Pustên heman beş