Şanda Îmraliyê derbarê hevdîtina li gel Ocalan daxuyanî da

Hey'eta-îmralyê-net

Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina duh ya li gel Abdulla Ocalan daxuyanî da û ragihand, piştî ku amadekaryên li ser mijarê di qedin emê daxuyaniya pêwîst bo raya giştî bidin.

Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (Dem Partî) Pervîn Bûldan û Sirî Sureyya Onder doh serdana Îmraliyê kirin û li gel ‘Abdulla Ocalan rêberê zîndankirî yê PKKê hevdîtin kirin.

Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hevdîtna wan 4 saetan dewam kir, wan agahî derbarê hevdîtinên xwe yên bi aliyên Tirkiyeyê dan Ocalan.

Her wiha got: Karên Ocalan yên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên li ser vê mijarê qedyan wê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bêne dayîn.

Şanda Îmraliyê eşkere kir ku ew weke heyet, kar û danûstandinên xwe dewam dikin, her ku pêşketinek çêbû emê agahiyê bidin raya giştî.

Pustên heman beş