Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya 8emîn kongreya rêxistinên AK Partiyê de, îro 25ê Çile serdana parêzgeha Wanê dike.
Ev di demekê de ye, Erdogan duh Înê serdana parêzgeha Meletiyê kiribû û beşdarî merasima vekirina projeya otobanê û çend projeyên din, bû.
Serdanên Serokkomarê Tirkiyeyê, bi lidarxisina 8. kongreya asayî ya rêxistinên AKP’ê li hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re, hevdem e.
Biryar e piştî kongreya parêzgehan, heştemîn kongreya giştî ya AK Partiyê di 23ê Sibatê de were lidarxistin.