Îddîa: PKK’ê efserê berê yê îstixbarata xwe Firat Çeşme li Silêmaniyê kuşt…

Îddîa: PKK’ê efserê berê yê îstixbarata xwe Firat Çeşme li Silêmaniyê kuşt…

Di 22 ê Mijdara 2024 an de, li Silêmaniyê termê mirovekê li ser erdê hate dîtin. Hate zanîn ku ev term yê Firat Çeşme ye, bavê du zarokan bû. xelkê Amed Licê – gundê Xincis ê bû. Tarmê Firat di 18 ê Çileyê de li Amedê hate veşartin.

Asayîşa Silêmaniyê dest bi lêkolîneke fermî kir, lê belê bûyer hate veşartin û lêkolîneke kûr nehat kirin. Medyaya PKK’ê piştî 24 rojan bi sernivîsa “Welatiyê Bakurê Kurdistanê ji aliyê MİT ê hate kuştin” nûçeyek weşand. Lê malbata Fırat Çeşme û saziyên PKK’ê yên li Silêmaniyê jî dibêjin ku Fırat Çeşme ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin. Fırat Çeşme berê endamê îstixbarata leşkerî ya PKK’ê bû.

Ji aliyê PKK’ê ve ji bo ku hinek sûîqestan pêk bîne, hatibû erkdar kirin

Firat Çeşme ango raman di sala 1980 an de Licê ji dayik bûye. Ew di sala 1997an de tevlî PKK’ê bû û piştî sala 2001 ê di karên îstihbarata leşkerî ya PKK’ê de cih girt. Bi navê kod Raman Amed dihat nasîn. di sala 2004an de ji aliyê PKK’ê ve hate şandin bo Silêmaniyê wek şaneyên razayî, lê PKK’ê wekî ku ji rêxistinê derketiye buyer berçav kir.

PKK, Fırat Çeşme bi armanca têkildarî û çalakiyan di nav van grûpan de bike, şand. Di wê demê de PKK bi alîkariya kesên wekî wî, rêberên berê yên PKK’ê yên weke Kanî Yilmaz û Kemalê Sor jî kuştibûn.

Heta dawiya sala 2006an, Raman bi PKK’ê re hevkarî kir, lê paşê ji PKK’ê qut bû û dest bi bazirganiyê kir. Piştî ku PKK û YNK’ê têkiliyên xwe baş kirin, dîsa dest bi têkildariya bi raman re kirin. Raman dest bi hevkariyê NLP û îstihbarata hêzên taybet, û karên weke bazirganî û kuryeyî jî kirin.

Welatiyekî ji Komeleya Karkerên Mezopotamyayê rêxistina PKK’ê ya li Silêmaniyê ku me li ser mijarê nêrînên wî pirsîn, nexwest navê wî were eşkerekirin, wiha got: “Fîrat guh neda komele û kadroyên herêmî yên wekî Karkerên Mezopotamyayê, Komele û hwd. Ji ber ku têkiliyên wî ên di asta bilind de bi PKK’ê re hebûn. Ji bilî PKK’ê tu Bakurî nikare li Silêmaniyê îhaleyê werbigire û bazirganiyê bike. Yekî bakurî jî dikanekê veke, PKK nexwaze dê asayîşa YNK’ê agahdar bike û bide girtin. Firat ji ber ku têkiliya wî bi PKK’ê re hebû her tim bazirganîyeke baş dikir. eger xwîn ji pozê yekî Bakurî birijta, Komeleya Karkerên Mezopotamyayê daxuyanî dida, lê Firat hat kuştin ji me re jî negotiye em herin sersaxiyê bidin.”

Welatiyekî din ê Amedê ku di heman demê de endamê heman komeleyê ye jî derbarê mijarê de ev tişt got: “PKK’ê Firat bikar anî, şuxiland û piştre jî kuştin. Em hemû dizanin ku PKK’ê ew bûyer kiriye. Li destûr nedan me ku em li Silêmaniyê tazîyê danîn. Firat jî weke Zekî Çelebî bê ser û şûn hate kuştin.  PKK eşkere qebûl nake ku wan ev cînayet kiriye ji ber ku malbata Firat hemû li Amedê dijîn, hemû dengên xwe didin partiya DEM ê û gelek ji wan hê jî dixebitin. PKK ji bo ku malbat nerevin rastiyan nabêje. Lê wan Raman kuşt”

Xizmê Firat Çeşme jî got, “Di demên dawî de di navbera kadroyên PKK’ê û Firat de alozî hebûn. Gelek caran gef li wî xwaribûn. Lê derdora malbatê ya nêzîk dixwaze bêdeng bimîne û nehêle pirsgirêk mezintir bibe”

Çapemeniya PKK’ê çi got…

Çapemeniya PKK’ê ya ku ji bo kadroyên PKK’ê yan jî layengirên wan yên sivîlên ku berê li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin qîyamet radikirin, di dema qetilkirina Firat Çeşme de yek nûçe jî belav nekirin. Her wiha 24 saet piştî bûyerê Roj News a PKK’ê ku li Silêmaniyê weşana xwe dike, bi sernavê “Kesê ku welatiyekî Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê kuştî, hat girtin” nûçeyek weşand. Û got wan Raman li ser daxwaza MÎT ê kuştiye” Her wiha anî ziman ku medyaya bi navê Sharpress li şûna ku bi malbatê re hevdîtinê bike nûçe wiha nivîsand.

Sharprees medyayeke ku nêzîkî PKK’ê ye û bi şirîkatiya PKK’ê tevdigere û di malpera Sharprees de derbarê Firat Çeşme ti nûçeyek tine ye. Wisa dixuye ku PKK bi rêya medyayê hewl dide têgihiştinekê çêbike ku çi şik neçin ser PKK’ê. Her wiha YNK’ê agahiyên nerast dane malbata Raman û bûyer veşart û kesên cuda kirin hedef.

Raman-Fırat Çeşme ku ji aliyê PKK’ê ve ji bo pêkanîna sûîqestê hatibû erkdarkirin, bû qurbana lîstikên tarî yên PKK’ê. Lê mixabin her kesê ku bi PKK’ê re têkiliyên îstîxbaratî, ticarî û hwd dike dawiya wan weke ya Raman dibe. Di bûyera Zekî Çelebî de hat dîtin ku PKK çawa Çelebî kiriye hedefa MÎT ê. PKK ji ber nêzîkatiya xwe ya pragmatîk, ji aliyekî ve derdorên ku pê re têkiliyên xwe hene bi kar tîne, ji aliyê din ve jî wan kesnên xwe naparêze.  Wekî din, dema ku di têkiliyên wan de pirsgirêk derdikeve, li şûna ku wefadarî nîşan bidin, berovajî ew êrişî van derdora dikin.

Pustên heman beş