Li pişt êrîşa provokatîf a ku PKK’ê li Heftanînê pêk anî, çi heye?
Duh 2 pasewanên sînorî ên Iraqê ku li nêzî gundê Şîlane yê Heftanînê di dewriyeyê de bûn, ji aliyê PKK’ê ve hatin şehîdkirin. Yek ji şehîdên wê bûyerê bi navê Mêvan Nacî Berwarî 41 salî, bavê 4 zarokan û pêşmergeyekî 20 salan bû. Pasewanê din jî Elî Ramazan Hacanî 42 salî bû û 7 zarokên wî yên biçûk hebûn. Di vê bûyerê de, di carekê de 11 zarokên biçûk sêwî hiştin. Ev ne xeletî û ne jî tiştek bû. Ev jî bersiva PKK ê ya li hemberî banga yekîtiyê ya Kurdan bû.
Her çendî zêdeyî 30 saetan di ser bûyerê re derbas bûye jî ji aliyê PKK û HPG’ê ve yek daxuyanî jî nehatiye dayîn. Eger kesên hatin kuştin ne Kurd bûna, lê Erebên Besra û Bexdayê, endamên Heşdî Şebî yan jî partiyeke çep a Tirk bûna, da PKK di nava çend xulekên destpêkê de sersaxî bidaya û hewl bida ku bûyerê şîrove bike. Lê yên ku mirin Kurd bûn. Di çavê PKK’ê de jiyana Kurdekî – ne alîgirên wê û ne jî dijberên wê – tu qîmetê xwe nîne. Li gorî PKK’ê Kurd ji xwe mirin e. Heger ew alîgirên PKK bin, ji bo berfirehkirin û mezinkirina PKK’ê dimirin û eger li dijî PKK’ê bin, ji bû sahma xwe çêbike dîsa Kurd tên kuştin. Di êrişa PKK’ê ya Batûfa de 11 zarokên Kurd sêwî man. PKK’ê bi rêya van cenazeyan stratejîya peyama xwe radigehîne.
Bûyer li herêma navbera gundên Şîlanê û Sorya yên herêma Batûfa ya Zaxoyê rû da. PKK’ê ku herêmên hundirê Heftanînê ji dewleta Tirk re hiştine, ev demeke dirêj e li Batûfa û gundên derdorê digere. Bûyer saet di 9an de rû dide, roj e, ne baran e û ne jî mij heye. PKK’ê ev her du leşkerên kurd bi zanebûn gulebarankirin. Di raporên otopsiyê yên kesên hatin gulebarankirin de hat diyarkirin ku di laşê wan de guleyên kalaşnîkov hene. Daxuyaniya medyaya PKK’ê ya ku dibêje, dewleta Tirk bi balafiran li van her du leşkeran xistiye, bi temamî derewe û manîpûlasyon e.
PKK’ê bi plan di nava roja vekirî herekt kiriye ku artêşa tirk opersayonê derbixe. Zanebûnî mecalê komployek çêkir, ew dikişand deverê û 2 kurd şehîd kirin. Ji ber vê rastîyê gotina pevçûn di navbera Pasewanên sînor Û PKK’ê derket, xelete. PKK êrişî hêzên parêzvanên sînor kir û kemîn li ber wan danî û ew şehîd kirin. Ev çalakî çalakiyeke provokatîf e. Ev çalakiya ku di demeke ku Kurdan banga yekîtiyê dikir de, ji bo PKK’ê xwedî armanceke piralî ye.
Armanca PKK’ê a yekem; Peyama ku ji bo banga yekitiya Kurdan tê dayîn da. Piştî hevdîtina Mezlûm Ebdî ya bi Serok Barzanî re, Kurdistanî pir kêfxweş bibûn. Heman dem dijminên Kurdan ketin nava xem û xofek mezin da. PKK’ê bi vê çalakiyê peyamek ji dijminên Kurdan re şand: Xeman nexwûn, çi tişt min ji êrişên li ser PDK’ê û Hewlêrê paşve nakişe. PKK’ê ev peyam da Îran, Tirkiye û Iraqê.
Armanca duyemîn a PKK ê; Ji bo têkbirina pêvajoya Rojava ye. PKK yekitiya pêkhateyên Başûr û Rojava naxwaze. Di sala 2013an de Kurd li Hewlêrê hatin gel hev û Serok Barzanî li kêleka rêveberên PKK’ê rûniştibû. Wê demê PKK’e wisa difikirî ku bi pêwendiyên di navbera PDK û PKK’ê de dikare hêza xwe li Rojava winda bike û ji ber wê jî ev pêvajo sabote kir. Pêşmerge çûn Kobanî, PKK’ê ew prose jî sabote kir. Niha PKK bi rastî jî wisa difikire ku ger kurd li Rojava bibin yek dê ev yek desthilata wê teng bike. Hewl dide li dijî vê yekê derkeve. Revandina rêveberê ENKS ê Salih Fetah û piştî 5 rojan dîtina termê wî jî provokasyoneke tarî bû. Wek hişyarî, dibe ku PKK van kiryarên tarî bike. Divê her kes li gorî hişyarî tevbigere.
Armanca sêyemîn a PKK’ê; PKK di van deh salên dawîn de hewl dide bi şerekî mezin ê îdeolojîk, fikrî û medyayî PDK û tevgera Barzanî şermezar bike û bi vê yekê hêzekê bi dest bixe. Hevdîtina Serok Barzanî li gel Mazlûm Ebdî û daxuyaniyên Serok Barzanî yên derbarê Rojava de, piştgiriya wî ji bo Rojava heta radeyekê ku dibêje eger pêwîst bike dê alîkariya leşkerî pêşkêşî Rojava bike û dîplomasiya jî ji bo Rojava dike û hwd PKK’ê ditirsîne. Loma jî PKK dixwaze rêgirîyê li van hewlên serok bike. Lê hemû kampanyên PKK di carekê de vala derket. Bi rastî PKK şerê çi dewletên kolonyalîs nake. PKK li Bakur li dijî dewleta Tirk şer nake; Bi Îranê re şer nake. Yekane hêza ku PKK şerê wê dike PDK’e ye. Eger helwesta yekgirtî ya PDK’ê di raya giştî de bibe bersiv, wê PKK di vî şerî de jî têk biçe. Ji bo vê jî pêwîstiya PKK’ê bi provokasyonên ku dijminatiya wê ya li hemberî PDK’ê berdewam bike heye. Li ser çapemeniya xwe jî hinek kesên rûha wan filsekê nehê didin axiftin û bûyerê berovajî dikin.
Armanca çaremîn a PKK’ê; PKK hewil dide pêvajoya di navbera Erdogan-Baxçelî-Ocalan de li Tirkiyeyê de mîsyona xwe veşêre. Raya giştî wisa difikire ku Ocalan bi dewleta Tirk re ji bo tinekirina PKK’ê peyman çêkiriye. Helwesta PKK’ê nezelal e. PKK dixwaze wext destve bîne loma jî bala raya giştî dikşîne rojevên sexte.
Armanca PKK’ê ya pêncemîn; yên PKK’ê baş nas dikin, her ku PKK bi dewletên kolonyalîst re peymanan çêdike, her ku pêvajoyek aştiyê çêdibe, yekser dest bi kuştina kurdan dike. Ji ber ku PKK tevgereke dijwarî ye. PKK’ê her tim çek ji bo propagandayê û ji bo teslîmgirtina îradeya Kurdan bi kar anîye. Dema ku bi dewletan re li hev kirin û bêhna xwe vegirtin, dê yekser berê lûlî ya çeka xwe vedgêrin kurdan.
Hûn bawer bin ku ev pênc armancên ku me li jor behs kirin dê di nav çend mehan de yek bi yek derkevin holê.
Heta ku PKK hebe, pir zehmet e ku Kurd di nav mala xwe de bibin yek. Bûyera Zaxo vê yekê misoger dike. PKK dikare provakasyonên mezintir ji bo pêşîgirtina li yekitiya kurdan bike, divê her kes hişyar be. Divê kes dev ji xwe bernede û parastina xwe misoger bike. Li aliyê din ger Kurd dixwazin yekîtiyê pêk bînin, divê bêyî PKK’ê jî rêyên yekîtiyê bibînin.