Fuad Husên: Li ser rewşa navçeyê û terorê em bi Tirkiyeyê re çend hevdîtinan dikin

Fuad Husên: Li ser rewşa navçeyê û terorê em bi Tirkiyeyê re çend hevdîtinan dikin

Wezîrê Derve yê ragihand, ewê di demên pêş de bi rayedarên Tirkiyeyê re çendîn hevdîtinan pêk bînin û rewşa navçeyê û şerê li dijî terorê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 26ê Çile di kongreyeke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, “Peywendiyên dualî yên Tirkiye û Iraqê baş in û me li ser çawaniya pêşxistina peywendiyên, piştî serdana Serokkomar Erdogan bo Bexdayê gotûbêj kirin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir, ew dikarin bi Tirkiyeyê re di gelek waran de bi taybetî bazirganî û siyasî bi hev re kar bikin. Herwiha got: “Peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê yên dîrokî û stratejîk hene.

Fuad Husên da zanîn, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û navçeyê û hebûna terorîstên DAIŞê li ser sînor jî gotûbêj kirine.

Amaje bi wê jî kir, di demên pêş de, çendîn civîn dê di navbera Enqere û Bexdayê de li ser mijarên ewlekariya herêmê û şerê li dijî terorê di pêşerojê de bên lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 26ê Çile gihîşt Bexdayê û biryar e bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Encûmena Nûneran Mehmûd Meşhedanî re bicive.

Serdana Fîdan bo Iraqê, di çarçoveya serdaneke fermî de ye. Pêwendiyên Enqere-Bexdayê û mijarên herêmî, dê mijarên sereke yên hevdîtinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û rayedarên Iraqê bin.

Pustên heman beş