Kanala Erebiye: Dibe HSD û Hikûmeta Nû ya Sûriyê bi çavdêriya Serok Barzanî bigehin rêkeftinê

masoud-barzani-serok-raber-mazloum-abdi-ahmed-sharie-info

Kanala Erebiya ragehand, li gor rêkeftinê HSD dê 30 kîlometreyan li sînorê Tirkiyê vekêşe û piştî wê 30 kîlometreyan jî dibe ku bi çavdêriya Serok Barzanî li gel îdareya nû ya Sûriyê bigehin rêkeftinê.

Kanala Erebiye diyar kir, nîve peymanek di navbera Trump û Erdogan de hatiye kirin û dibe ku demekî kurt de bê ragehandin û planek tê danîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera HSD û grubên nêzîk Tirkiyê, bi cureyekî rêkeftine ku HSD ji başûr 30 kîlometreyan bi dirêjayiya sînorê Tirkiyê heta sînorê Iraqê dûr bikeve.

Herwaha Zêrevaniya sînorê Sûriyê, dê ew erk ji îdareya nû ya Sûriyê ya di serokatiya Ehmed Şera de be.

Li gor heman kanalê belav kiriye: ‘’Lê piştî 30 kîlometreyan hîn nehatiye zelal kirin dê çawa be û çi dê bê kirin. 2 senaryo ji bo wê hene, yan peyman di navbera îdareya nû ya Sûriyê ya di serokatiya Ehmed Şera û HSD jî bi serokatiya Mezlûm Ebdî û bi çavdêriya Serok Barzanî de tê kirin, yan jî herdu alî dîsa dê şer bikin, ji bo zelal kirina pirsa leşkerî di berjewendiyên xwe de.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku; ‘’Amerîka bi cîdî kar li ser wê yekê dike ku hegemona Îranê li başûrê rojhilat ango Rojavayê Kurdistanê kêm bike.’’

Pustên heman beş