RÊBAZ hebûn e, xwe nasîn e û xwedî li xwe derketandin e!!!

RÊBAZ hebûn e, xwe nasîn e û xwedî li xwe derketandin e!!!

Bûbê Eser

Min berê jî li ser rêbaz ango felsefeyê nivîsî bû û di wir de anîbû zimên ku divê êdî em felsefeya xwe weke rêbaz bi nav bikin da ku bêtir, baştir û xweştir bê fêmkirinê. Lewra jî ez ê vê carê dîsa hinekî li ser rêbazê bisekinim. Ji ber ku rêbaz qedera miletekî, hebûna gelekî û avadana welatekî dide diyarkirin. Ji ber vê hindê ye ku divê em jî weke kurd û li ser erda xwe ya azad, bi şêwekî rehet û vekirî vê rêbaza xwe fêr bibin. Wê fêrî mezin, biçûk û zarokên xwe, ciwan û kesên xwe bikin.

Sedemê ku divê em li ser rêbazê ango felsefeyê rawestin ev e. Ji ber ku miletek nikare bê rêbaz weke milet bijî. Eger em jî miletek bin û xwedî rêbazekê bin ku ew rêbaz jî heye. Rêbaza Barzaniyê nemir e. Loma divê em weke milet vê rêbazê baş fêr bibin û wê bidin fêmkirinê. Heta ku rêbaz di nava gel de zîndî nebe. Heta ku ew rêbaz li dibistanan neyê xwendin. Heta ku mirovên Kurd nedin ser şopa vê rêbazê, mirovê ji nahmetên(hêjayî, xweşî) miletbûnê hinek dûr dimîne.

Heger em li cihanê û li miletên weke dewlet dijîn binêrin, wê bê dîtin ku her miletek xwediyê xwe û rêbazekê ne. Lewra hemî dewlet xwe li gor rêbaza xwe dihûnin. Xwe li gor wê diguherînin û nûjen dikin. Dam û dezgehên xwe li gor wê ji nû de dadimezirînin. Çêşa xwe ya leşkerê li gor wê bi rêxistinî dikin. Zankoyên xwe li gor wê vedikin. Di dibistanên xwe de li gor rêbazê karê xwe yê perwerdeyî dikin. Ji ber ku rêbaz ruhiyeta neteweyatiyê dide mirov. Ji ber ku rêbaz, mirovên xwe li gor hizra netewebûnê perwerde dike. Loma jî dema mirov li gor van şert û şirûtana bête perwerdekirinê, mirovê bi rehetî û bê tirs bikaribe welata xwe li hember hemî xeteriyên heyî biparêze. Ji ber ku rêbaz, destûr e, bername û qanûn e.

Ji ber van sedemana ne ku divê em kurd jî li welatê xwe ê azad, rêbaza xwe berî hertiştî bi pêşve bixin. Divê karê rêveberin me yên başûrê Kurdistanê ew be ku gelê xwe bi wê mezin bike. Mirovên xwe li gor wê perwerde bike. Divê neyê ji bîr kirin ku rêbaz, rêya parastina gel, bi pêşvexistina demokrasiya welat û avadana wî ye. Miletekî bê rêbaz ango rêbaza xwe nizanibin wê weke mahrê ku tu ço li serê bixwe. Wê tim gêj be ku dê nikaribe rêya xwe bi rehetî bibîne. Miletekî bê rêbaz weke cêşeke bê çek be. Miletekî bê rêbaz weke dara bê fêkî ye.

Ne tenê ji ber van sedemên ku min li jor rêz kirin, divê mirov rêbaza xwe biparêze. Gelek sedemên din jî hene. Lê min yên asasî anî zimên da ku rêveberin me yên başûrê Kurdistanê ku îro gelek îmkan û derfet di dest wan de heye. Bila li ser vê yekê rawestin û zûtirîn wextê dest bi vejandina vê rêbaza pîroz ya ku em ji destê zulmkaran derxistine û kirine xwedî welatekî azad, bikin. Bila ev rêbaz ji nû de, lê weke Barzanîyê nemir di jiyanê de pêk anî ye, bê nivîsîn. Bila ev rêbaz di dibistanan de bê xwendin. Bila ev rêbaz bibe xalek ji xalên perwerdayiya hêza pêşmergeyan. Bila ev rêbaz bikeve bernameyên PDK ku di hemû beş û xebatên xwe yên perwerdayî de bide xwendin, bide fêr kirin û ji nûde zîndîkirina wê. Ev kar berî hekesî karê PDK û kesên bi vê bawer in, divê destpê bibe. Heta ku ev rêbaz di nava gel de û di mejiyên mirovan de, di rûhiyeta kesan de cihê xwe negire, wê her tim xeter li ser welatê me ê azad jî hebe. Divê rêveberin me û bi taybetê PDK îro bi vî karî ve rabin da ku ev li perçên din jî bête zanîn. Wan jî li gor îmkanên ku îro hene ango bi rêya Televizyon, rojname, Kovar û radyoyan de bide nasîn û zanîn. Heta divê heftê carekê weke dersekê di Televizyonên Kurdan de bê xwendin û zanîn. Heger derfet hebe ez bi xwe dikarim bernameyeke weha di televizyonekê de amade bikim.

Lê divê neyê ji bîr kirin ku bi cih ananî vê rêbazê, belav kirin û ji nûde zîndîkirina wê, êdî em ê jî weke milet bê kêmanî bijîn. Tu miletên ku bê rêbaz hebin, tune ye. Madem ku em jî miletek ji miletên cihanê ne, divê em jî xwedîtiyê li vê rêbaza pîroz bikin û xwedî li wê derkevin û bizanibin xwedî li wê derketandin, parastina welat û pêşxitina demokrasiyê wî bi xwe ye..

Loma min jî li gor zanîn û kanîna xwe ev rêbaz weke berhemekê pêşkêşî gelê xwe û hezkirên vê rêbazê bi navê ”RÊBAZ” kirî ye. Ev berhem li bakurê Kurdistanê bi kurmancî û bi elfabeya latînî hatiye weşandin û tê belavkirin. Her weha vê berhemê navekî baş û bandorekê delal li ser hin kesayetiyên kurdên bakur û bi taybetê ciwanan hiştiye.

Vê berhema delal, bêtir bala ciwanan kişandiye û ji bona wê bi dest bixin û bixwînin hewle didin. Ez weha bawerim piştî xwendina wê, dê zelaliyeke di nava civata kurd û di nava partiyên siyasî de pêk bê.

Helbet dibe ku di hin warande kêmaniyên min hebin. Lê ev destpêkek e. Mirov dikare vê destpêkê bike berhemeke berfirehtir û xweştir jî. Di civîna danasîna wê ya li bajarê Stockholmê de min hin rexne û têbinî girtin ku di çapa dudan de wan jî serrast bikin. Loma dibêjim: Kurdno bê rêbaz nemînin. Rêbaza xwe nas bikin da ku hûn xwe jî baştir nas bikin.

Pustên heman beş