Hîlala Şîe binket û hîlala Sûnnî biserket!

Hîlala Şîe binket û hîlala Sûnnî biserket!

 Simko Ebdulezîzî

Di şeş mehên derbasbûyî de guherînên mezin çêbûn, dem bi dem guherîn pêtir xuya dibin, guherîna herî girîng binketina eniya Îranê bû ku rastî şikestineke dîrokî û dijwar hat, ez dikarim şikestina eniya Îranê di van xalan de rêz bikim:

1- Binketina leşkerî ya Hemasê li Filistîn û kuştina piraniya rêveberên wê yên payebilind bi destê leşkerê Îsraîlê.

2- Lawazkirina hêza leşkerî ya Hizbullaha Libnanê û kuştina rêveberên vê partiyê yek li pey yek.

3- Hilweşîna rejîma Baas a Sûriyeyê û hatine ser desthilatê ya HTŞê ku Sûnnî mezhebin û Tirkiye û Sûdiye û Qeter û Îsraîl piştgiriyê didinê, anku Hîlala Şîe ya bi serkêşiya Îranê binket û Hîlala Sûnî biserket.

4- Berteng kirina hizra siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê serdest ku tê de Apoçîtî zale.

5- Berteng kirina livînên Heşda Şebî ya di bin bandora Îranê de, bi astekî ku rêveberên Heşda Şebî ji tirsan de nema bikaribin bi awayekî normal derkevin nava gel, ev jî bûye sedem Îraq bikeve di xeteriyeke mezin de.

6- Lawazbûna Hûsiyên Yemenê ku ew jî rasterast di bin bandora Îran de ne.

7- Lawazkirina projeya noklerî a Îranê ji aliyê Îsraîlê ve bi rêya êrîşên hewayî.

Li Kurdistanê jî partiyên di bin bandora Îranê de hene, bi taybetî di salên dawî de partiyên weke “YNK’ê û PKK’ê” bi temamî tevlî projeya Hîlala Şîe ya Îranê bûbûn, bi awayekî ku weke du partiyên Îranî û mîna Hizbullahê di bin bandora Îranê de tev digeriyan. Piştî van guherînên mezin li Rojhilata Navîn, bandoreke rasterast li van du partiyên kurdî bûye û rastî rewşeke xerab hatine, ji boy xwe derbaskirina ji vê rewşê jî her yek ji van partiyan bi du arasteyên cuda hewl didin xwe ji vê şikestinê biparêzin.

YNK’e bi awayekî pratîk hewl dide di bin seywana Barzanî de xwe biparêze û bi kêmtirîn zirar xwe qurtal bike.

PKK’e jî ji aliyekî ve hewl dide bi her awayekî be xwe nêzîkî Tirkiyeyê bike û proseyek nû ya çareseriyê bi rêya Ocalan û Mîtê bêxe rojevê, ji aliyekî din ve hewl dide pêvajoya rizgarkirina kurdan li Rojavayê Kurdistanê ya ku Rêberê gelê kurd, serok “Mesûd Barzanî” hewl ji boy dide, rastî pirsgirêkên mezin bike.

Di vê rewşê de, baregehê serok Barzanî hemû karîna xwe xistiye rojevê ji boy ku bikaribe mafên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê biparêze, vê yekê jî dikarim bi van xalan zelal bikim:

1- Yekîtîya tev Partiyên Siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê di bin yek seywan de bi awayekî ku bi hev re bikaribin destkeftiyên gelê Rojava biparêzin.

2- Tev hêza xwe ya diblomasî xistiye kar ji boy ku bikaribe dewletên mezin yên di Sûriyeyê de kênca wan heyî razî bike piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin.

3- Tev hewlan dide ji boy ku Tirkiye bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê danustandina ligel rêberê PKK’ê bike heya ku hin mafên gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bi dest bên û şerê çekdarî derbasî şerê siyasî bibe.

4- Bizaveke xurt tê kirin ku bi her awayekî be bi YNK’ê re kabîneya dehemîn li Başûrê Kurdistanê were pêk anîn, ji ber ku rewşa heyî vê yekê dixwaze ku kurd yekîtîya xwe pêk bînin û di qonaxa dahatî de dîsa hewla rêkxistina zêdetir ya hêzên pêşmerge bidin û bibin yek hêz û di bin seywana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çalakiyên xwe lidar bixin.

Pustên heman beş