Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) danîna qeyûmê li ser Şaredarîya Sêrtê şermezar kir.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser danîna qeyûme li ser şarederîya Sêrtê daxuyanîyek parwekir u wiha got:
‘’Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş roja 28.01.2025ê, bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê”, 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş ji wazîfeyê wergirtîye û li şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûm hatîye danîn. Biryara tayînkirina qeyûman, tune hesibandin û binpêkirina îradeya dendêrên Sêrtê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûlkirin. Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin.
Rûniştina girêdayî doza Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş duhî (Sêşem, 28.01.2025) li Dadgeha Tawanan a Pêncê ya Diyarbekirê bi rê ve çû.
Sofya Alagaş di wê rûniştinê de bi tometa “endametiya PKKê” hat tawanbarkirin, û li dawiyê di rûniştina heftê ya dadgehê de sizayê zindanîkirinê ji bo dema şeş sal û sê mehan li ser wê hat sepandin.
Piştî sepandina wî sizayî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragehand ku, qeyûm li cihê Hevseroka Şaredariya Sêrtê hat danan.
Piştî ku qeyûm ji bo Şaredariya Sêrtê hat danîn, Parêzgeriya Sêrtê jî biryareke nû ji raya giştî re parve kir.
Li gorî Biryara Parêzgeriya Sêrtê, li tevahiya bajêr heta 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin. Di biryarê de bal tê kêşan ku welatî pabendî biryarê bin.
Parêzgariya Sêrtê dide zanîn ku, çalakiyên ji aliyê Parêzgarî an jî qeymeqamtiyan ve destûra wan dane ne di nava vê qedexeyê de ne.