Pevçûn dewam dikin.. 14 Çekdarên YPGê ketin ber êrîşan

YPG-14

Artêşa Tirkiyê di êrîşekê de ku li herêma operasyona Kaniya Aştiyê encam daye, 14 çekdarên YPGê kuştin.

Ajansa Anadoluyê duh roja çarşemî 29 Çileya 2025ê belav kir ku artêşa Tirkiyê li herêma Kaniya Aştiyê ya li Rojava Kurdistanê, 14 çekdarên YPGê “baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê” kirine armanc.

Di vê derbarê de wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê got: “Hêzên me yên çekdar, li herêma Kaniya Aştiyê ya li bakurê Sûryeyê 14 çekdarên PKKê\YPGê tespît kirin û armanc girtin”.

YPGê derbarê nasnameya çekdarên xwe û êrîşê ti agahî neda ne.

Pustên heman beş