Ji 23 vê mehê PKKe bûye sedema bordumankirina 27 gundên Dihokê

PKKê ji destpêka sala nû ve û li gorî pîlaneke qirêj, tevgera çekdarên xwe veguhestiye derdûra gundên Dihokê, bi vê sedemê dewleta Tirk PKKe li aqarê 27 gund, gelî û deverên diyar yên Dihokê borduman kirine û bi sedan mûşek lê barandine. Êrîşan zirarên herî mezin bi xwezaya herêmê û şêniyên gundan xistiye.
Li gorî amarên taybet yên Darka Mazî ji 23 çileya 2025ê ve, dewleta Tirk di teqîba çekdarên PKKê de, 27 gund û herêmên deverên Berwarî Bala, nêhliya, Berê Gare borduman kirine.
Gund û deverên Dihokê yên ku PKKê tevgera xwe xistiye tê de û bi wê sedemê ketine ber êrîş û bordumanan:
Pişta gundê Guherzê
Çiyayê Metîna
Geliyê Bazê
Geliyê Bêşîlê
Geliyê Şêlaza
Aqarê gundê Mijê
Geliyê Dêra
Serê Sosiya li nahyia Çemankê
Geliyê Dergelê
Aqarê gundê Bilave
Pişta gundê Girgaş
Geliyê Dêreşê
Rojavayê gundê Spîndarê
Hindavî gundê Şkeftê
Devera helefyê li Çiyayê Gare
Nêzî Kela Qumriyê
Tehta Rezîkê li devera Berê Gare
Kevre Zerê
Aqarê Spîndarê
Kevne Mijê
Mijê û Girgaş
Çiyayê hindavî devera Zêbariya
Pişta gundên Berçê û Sergelê
Pişta Elhoy li beramber Surê Sigêrê
Meydanê
Surê Sigêrê
Derdûra gundê Bêşîlê
Êrîş li van dem û saetan pêkhatine:
23/1/2025:
Demjimêr 10:00 şevê Balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Guherz li nahyia Dêrelokê bordumankiriye û sê mûşek lêdane.
24/1/2025:
Demjimêr 1:20 piştî nîvro artêşa Tirkiyê Çiyayê Metîna li devera Berwarî Bala topbarankiriye û du gulletop lêdane.
Demjimêr 12:05 Nîvro Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê l devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.
Demjimêr 4:00 Ta 6:42 êvarê artêşa Tirkiyê du gulletop li Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala dane û yek jî li Geliyê Bêşîlê daye.
Demjimêr 1:20 piştî nîvro artêşa Tirkiyê Geliyê Şêlaza û Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û 8 heşt gulletop lêdane.
Demjimêr 4:30 êvarê artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê li devera Berê Gare topbarankir û zêdetrî 10 deh gulletopan lêdan.
25/1/2025:
Demjimêr 11:40 spêdê artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê topbarankiriye y zêdetirî 15 gulletopan lêdan.
Demjimêr 4:10 Û 4:40 êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra û Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û du mûşek lêdane.
Demjimêr 4:55 êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê Serê Sosiya li nahyia Çemankê li devera Gare bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.
Demjimêr 4:00 Ta 8:00 spêdê artêşa Tirkiyê di navbera Geliyê Dergelê û Geliyê Bazê da li devera Berwarî Bala topbarankiriye û 7 gulletop lêdane.
Demjimêr 9:35 şevê Balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Bilave li devera Nihêlya bi çeka doşkê û mûşekan bordumankiriye.
26/1/2025:
Demjimêr 12:45 şevê dubare heman dever ji hêla Balafirên artêşa Tirkiyê ve hatiye bordumankirin.
Demjimêr 4:55 Ta 5:00 êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Girgaş û Geliyê Dêreşê û rojavayê gundê Spîndarê li devera Berê Gare bordumankirîne.
Demjimêr 8:00 ta 10:00 şevê artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra li devera Berwarî Bala topbarankiriye û 8 gulletop lêdane.
27/1/2025:
Demjimêr 3:00 Ta 4:00 êvarê artêşa Tirkiyê Geliyê Şêlaza li devera Berwarî Bala topbarankiriye û 5 gulletop lêdane.
Demjimêr 8:57 şevê Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.
Demjimêr 9:05 şevî Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.
28/1/2025:
Demjimêr 1:41 ta 1:55 piştî nîvro Balafirên artêşa Tirkiyê hindavî gundê Şkeftê û devera Helefiyê li Çiyayê Gare li hindavî aqarê gundê Spîndarê li nahyia Çemankê li devera Berê Gare bordumankiriye û 4 mûşek lêdane.
Demjimêr 2:10 piştî nîvro artêşa Tirkiyê li nêzî Kela Qumriyê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û du gulletop lêdane.
Demjimêr 3:05 êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê Tehta Rezîkê li devera Berê Gare bordumankiriye û yek mûşek lêdaye, piştre demjimêr 3:48 Ta 5:23 êvarê artêşa Tirkiyê deverên Kevre Zerê, aqarê gundên Spîndarê, Kevne Mijê, Mijê û Girgaş – devera Berê Gare topbarankirine, herwiha Çiyayê hindavî devera Zêbariya û pişta gundên Berçê û Sergelê li devera Nihêliya topbarankirine.
29/1/2025:
Demjimêr 1:50 ta 2:21 piştî nîvro Balafirên artêşa Tirkiyê pişta Elhoy li beramber Surê Sigêrê, Meydanê û Surê Sigêrê li nahyia Dêrelokê li devera Nihêliya bordumankiriye û 5 mûşek lêdane.
Demjimêr 3:00 Ta 3:30 êvarê artêşa Tirkiyê derdûra gundê Bêşîlê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û 7 gulletop lêdane.
Demjimêr 5:42 ta 5:50 êvarê Balafireka artêşa Tirkiyê gundên Kevne Mijê û Mijê li devera Berê Gare bordumankirine, herwiha demjimêr 6:55 ta 7:00 Artêşa Tirkiyê heman gund topbarankirine.
Ji Xizîrana sala rabûrî 2024ê artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirbû, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de dihatin borduman kirin.
Li dawîya salê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Ardogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKKê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 7 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Dihokê kirîye.