Wezareta bergiryiê ya Tirkiyeyê: 278 Çekdarên PKKê/YPGê di vê mehê de hatine kuştin

270-pkk-1-2025-info

Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragehand ku di sala 2025an de heta niha 278 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Berdevkê wezaretê Zekî Akturk îro roja pêncşemî 30 Çileya 2025ê civîna çapemeniyê ya heftane li Enqereyê da û li gorî axaftina wî “tenê di heftiya borî de li Başûr û Rojava Kurdistanê 57 çekdarên PKKê û YPGê hatine kuştin”.

Her wiha got: Bi tevahî ji destpêka sala 2025ê ve 278 çekdar hatine tasfiye kirin û destnîşan kir, operasyonên “berdewam û berfereh” yên dijî PKKê wê bidomin.

Akturk, pabendbûna welatê xwe ya li hemberî komên wek PKKê, baskê wê yê sSûryeyê YPGê tekez kir û got, “li herêmê rê nayê dayîn ku ti rêxistin û kiryarên terorîstî bên kirin”.

Pustên heman beş