Droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin, lê aramnca xwe nehingaft û çi zirarên canî û madî jê peyda nebûn.
Dijeterora Kurdistanê ragehand, “Droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li binarê çiyayê Korekî li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin.”
Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (Pêncşem, 30.01.2025) seet 17:40 ê êvarê, droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li binarê çiyayê Korekî li sinorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Dijeterora Kurdistanê herwesa ragehand, “Wê dronê aramnca xwe nehingaft û pûç bû û keft, herwesa çi zirarên canî û madî jê peyda nebûn.”