Rojnameya Îstiqlal: Serok Barzanî wek rêberê kurd ê herî bi bandor hewla yekxistina navmala kurdan dide

Serok Mesûd Barzanî li ser pesendkirina proje yasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan peyamek belav kir

Rojnameyekî erebî amaje bi wê yekê dike ku hilweşîna rejîma Beşar Esed û destpêkirina qonaxeke nû li dîroka Sûriyê pêkhatiye û Serok Barzanî hewl daye roleke bi bandor di yekitiya kurdên Sûriyê û girêdana wan a bi proseya siyasî ya nû ya wî welatî û bidestxistina mafên kurdan de lîstiye.

Vê derbarê de beşa Îngîlîzî ya rojnameya Îstiqlal ku bi Erebî çap dibe û piraniya raportên wê derbarê Filîstinê ye, di raporta xwe ya nû de bi serenava ‘’Yekgirtîbûna kurdan, dîmenê siyasî li Sûriye ya nû diguhere’’ belav kir û behsa civîna navbera Serok Barzanî û Serokê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kiriye ku ew civîn li bajarê Hewlêrê pêkhat.

Derbarê civîna Serok Barzanî ya li gel Mezlûm Ebdî de ew rojname amaje bi wê yekê dike ku; ‘’Ew civîn bi yek ji civînên herî giring tê zanîn. Bi taybet di demekî ku Sûriye di qonaxa guhertinên siyasî yên mezin ên piştî hilweşîna rejîma Beşdar Esed de ye.’’

Herwiha dibêje: Armanca serekî ya civînê pêkdihat ji yekxistina eniya kurd li Sûriyê û hewldana ji bo avakirina peywendiyên bihêz li gel hikûmeta nû ya Sûriyê ye. Herwiha Mezlûm Ebdî di civînê de daxwaz ji Serok Barzanî kiriye ku navbeynkar be li gel Tirkiyê ji bo ragirtina êrîşên ser HSDê. Herwiha behsa proseya guhertinên Sûriyê kirine û amaje bi wê yekê kiriye ku pêgeha kurdan li Sûriyê divê yekgirtî bimîne. Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku li Sûriyê derfeteke zêrîn heye ji bo ku roleke girîng di darijandina Sûriye ya paşerojê de bigrin ser xwe.’’

Di beşeke din a wê raportê de behs hatiye kirin ku ew civîn dikare bibe pêngavekî giring ji bo yekxistina kurdên Sûriyê û girêdana wan a bi proseya siyasî ya Sûriyeya nû. Herwiha dikare roleke girîng di kêmkirina bandorên PKKê yên li ser kurdên Sûriye û Iraqê de bilîze.

Di heman raportê de şirovekarê siyasî Behaedîn Berzincî ji rojnameyê re ragihandiye, pêwîste hêzên kurd li Sûriyê xwe ji PKKê dûr bixin.

Berzincî amaje bi wê yekê jî kiriye ku serdana Mezlûm Ebdî û civîna wî ya li gel Serok Barzanî gelek giringe, herwiha li hember wê jî peywendiyên bihêz li gel îdareya nû ya Sûriyê xulqandiye.

Berzincî diyar kiriye: Parastina peywendiyên kurdên Sûriyê li gel aliyên ser bi Îranê, alîkar nabe ji bo çareserkirina aloziyên li gel Şamê.’’

Herwiha got; Hem Îran û hem jî aliyên nêzîkî Îranê her diçe ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyê û Amerîkayê ve tên red kirin.

Navborî got: ‘’Li hember wê Barzanî wek kesayetekî cîhê baweriyê û hatî pejirandin ji aliyê Tirkiye û welatên rojava û welatên erebî ve tê naskirin û ew jî derfetekî giring ji bo wî ava dike ku roleke bi bandor di proseya siyasî ya Sûriyê de bilîze.

Berzincî diyar kir: ‘’Xuya dike Amerîkayê Serok Barzanî teşfîq kiriye ji bo alîkariya seqamgiriya karûbarên kurdan li Sûriyê û ew jî wek garantiyeke danûstandina li gel Tirkiye û hikûmeta nû ya Sûriye.’’

Herwiha diyar kir, dibe ku ji niha ve yekdengiya Tirkiye – Amerîka ji bo piştevaniya li vê proseyê hebe.

Pustên heman beş