Ji ber teqîna erebeyekê li navenda bajarê Minbicê, bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Bergiriya Şaristanî ya Sûriyeyê parve kiriye, “Sibeha îro (Duşem, 03.02.2025) erebeyeke bombekirî li navenda bajarê Minbicê li bakurê Sûriyeyê teqî û di encamê de 15 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.”
Bergiriya Şaristanî ya Sûriyeyê amaje jî daye, “Tîmên hawarhatinê û Bergiriya Şaristanî çûne cihê wê teqînê û lêkolînên hêzên ewlehiyê jî li ser wê rûdanê hatine destpêkirin.”
Ev di demekê de ye ku, pêr (Şemî, 01.02.2025) jî li navenda Minbicê ya bakurê Sûriyeyê erebeyeke bombekirî teqiya, di encamê de jî 9 çekdar hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.