Li ser naveroka hevdîtinên bi Ocalan re kî gotinên rast dibêje?

Li sala 1999an heyanî roja me ya niha, hevdîtinên di navbera Ocalan-Qendîl û Tirkiyeyê hertim berdewam bûne, lê kî demê aliyan xwastibe xelk haydarî civînan bibin wê demê beşek ji wan hevdîtinan ji raya giştî re eşkere kirine, di 24ê Îlonê de dema Dewlet Baxçelî got, “bila Ocalan were Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive”, ji wê rojê pêve û heyanî niha 3 hevdîtin ji raya giştî re hatine eşkere kirin, lê belê naveroka wan hevdîtina bi rengekî nîzamî nehatin eşkere kirin, hemû weke ku sedeqekî bi xelkî bidin cumle cumle tên vegotin.

Hevserokên KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat derketin ser ekranên telefizyonê û gotin, “heya niha ne peyamekî nivîskî û nejî peyamekî devkî ne ji rêberê me û ne ji dewletê jî ji me re nehatiye, em jî liser telefizyonan pêvajoyê dişopînin”, her du hevserokên KCK’ê jî rastiyê nabêjin, her kes dizane ku Hevseroka Dem Partiyê Tülay Hatimoğulları di 24/12/2024an hatibû Silêmaniyê û nameyek ji Ocalan bo Qendîlê anîbû, û bersiva nameya xwe jî wergirt û vegerî Enqereyê, tiştekî pirr ecêbe, hevdîtinên ku Cemîl Bayik dibêje haya me jê nîne, haya Mezlûm Ebdî jê heye, Mezlûm Ebdî du caran derket medyaya Ewropayê û ev yek got: “di 15ê Sibatê de wê ji Îmraliyê daxuyaniyeke girîng were dayîn, efoya giştî wê ji PKK’eîyan re derkeve”, helbet ger Mezlûm Ebdî vê yekê bibêje, ev tê wê wateyê ku tev berpirsên PKK’ê naveroka van hevdîtinan dizanin, lê belê temaşayî nav çavên xelkê dikin û derewan dikin, mamostayeke zanistên siyasî bi navê ” Hannah Arendt ” di pirtûka xwe ya derbarê siyasetê de wiha dibêje, “di welatekî de daymî gotinên derew bên kirin, encamên wê yên nebaş ne eve ku xelk êdî bawer ji derewan bike, encamên nebaş evin ku atmosferekî wisa çêbibe ku êdî kesekî bi tu awa bawerî bi tu tiştekî nemîne”. Di atmosferekî bi vî awa de êdî her kes dikare her tiştî bike.

Belê, ev 26 sale li sêgoşeya Ocalan-Dewlet-PKK’ê de ji boy kurdan derew li ser derewê tê gotin, haletek wisa çêbûye ku nema kesî bawerî bi axavtinekî bîne, li pişt deriyên girtî gelek tiştên cuda tên nîqaşkirin. Kurdên Bakurê Kurdistanê anîn rewşekî ku yên berê, “Dewleta Serbixwe, Xweserî û Federalism dixwestin” niha dibêjin bila ev şer xelas bibe, çewa xelas dibe bila xelas bibe.

Ji aliyekî din biraziyê Ocalan “‘Omer Ocalan” derket telefizyonê û bêy ku şerm û fedî bike ev gotine kirin, “ger Tirkiye xwe ji boy çareseriyê amade neke, bernameya hêzên navnetewî li ser Sûriyê, Îranê û Îraqê heye û dibe li wan deran dewleteke kurdî were ragihandin.” wate Ocalan şêwirmendiyê bo dewleta Tirk dike ka dê çawa rêgiriyê li avakirina dewleta kurdî bike, ne ku em vê yekê dibêjin, biraziyê wî vê yekê dibêje û weke pesindayîn dibêje, helbet pêwîst bû ew şerm bike van gotinan bibêje, weke ku Hannah Arendt gotî, hingî bi derewan xelkî bê bawer kirine û xapandine, êdî dikarin bi her rengî îxanetê û bazarê li ser kurdan bikin, û kes rastiyan nabîne,” tişta ji xelkê re dimîne jî bi tenê eve ku li pey derewên wan bimeşin.

Başe li ser van hevdîtinan kî rast dibêje? Tenê Abdulla Ocalan rastiyan dibêje

‘Abdulla Ocalan sala 1999an dema çûye Tirkiyeyê hêjan di balafirê de got, “ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim û piştre jî got, sebebê hebûna min eve ku ez rêgir bim ji boy damezrandina statuyeke kurdî ku da ji Sîverê metirsîdartir be”. Belê, tenê Ocalan rast dibêje û erk û mîsyona xwe ya sereke eşkere dike. Ji ber wê yekê li ser van hevdîtinan kesên wek “Cemîl Bayik, Mezlûm Ebdî, biraziyê Ocalan û hwd” rastiyê nabêjin, û tu tiştî diyar nakin, heqîqet eve ya ku Ocalan diyar kirî.

Pustên heman beş