Banga Mem Ararat: Kurdayetî bêy zimanê kurdî nabe!

Banga Mem Ararat: Kurdayetî bêy zimanê kurdî nabe!

Hunermendê kurd Mem Ararat banga dersên bijarteyên kurdî kir.

Serlêdan ji bo dersa kurdî (Kurmancî û Zazakî)ya di çarçoveya dersên hilbijartîyên di polên 5, 6, 7 û 8an de ji bo sala perwerdehiya 2025-2026an dest pê kir.

Wezareta perwerdeya netewîya Tirkiyê ragihand ku di sala xwendinê ya dawî de 31 hezar û 199 xwendekaran dersa Kurmancî û 3 hezar û 805 xwendekaran jî dersa Zazakî hilbijartiye.

Pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî yên sala xwendinê ya 2025-2026an di 3yê Sibatê de dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.

Mem Ararat (Mehmet Esen) ku di nava kurdan de xwedî hezek mezine, ji bo dersa kurdî li ser hesabê xweyê X daxuyaniyek da û ragihand:

“Divê em kurdî hilbijêrin”

Ararat ev daxuyanî da:

“Çawa ruhê mirovan hene,ruhê neteweyan jî hene. Bi min ruhê neteweyan ziman û çanda neteweyan e. Dema ziman dimre çand jî dimire û dîrok tenê dibe rûpelekî ji pirtûkan. Dostno divê em kurdî hilbijêrin. Kurdbûn bêyî kurdî nabe!”

Pustên heman beş