PKKê ev ciwanê Êzidî bi destê Tirkan ji boy demokratîk kirina Tirkiyeyê da kuştin

PKK-Ezidi-Sinjar-Kurdistan-Net

Nasnameya ciwanekî din yê Êzidî îfşa bû ku rêxistina PKKê 6 salan berê li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyeyê dabû kuştin û mirina wî veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî 10 Sibata 2025ê nasnameya çekdarekî xwe yê yê bi navê Farûq Şeref aşkere kir ku li sala 2019ê li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşê dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dabû.

HPGê weke bi hezaran ciwanên Kurdan, mirina Farûq Şeref jî bo dema 6 salan veşart bû.

Agahî derbarê nasnameya Farûq wihane:

Nav: Farûq Şeref Qasim.

Navê PKKê lê kirî: Fedakar Şengal.

Cihê ji dayikbûnê: Şengal.

Ol: Êzidî.

PKKê Farûq weke bi deha ciwanên Êzidî bi navê welatê şêrîn xapandin û berê wan dan çiya û ji boy dozekê dan kuştin ku ti pêwendîya wan pêve tune ku ew jî Biratîya Gelan û demokratîkirina Tirkiyeyê ye, li demekî xewna Farûq tenê qedyana DAIŞê û azadkirina Şengalê bû.

PKKê bajarê Farûq dagîr kir û teslîmî dagîrkeran û Heşda Şabî kir, şêniyên wê di kampan de hiştine û ji Farûq re go here ji boy demokratîkbûna Tirkiyeyê bimire.

Ji dema ku PKKe ketiye di Şengalê de, bi sedan ciwanên Êzidî xapandin û hinek jê revandin, hinek jê li Başûr û hinek li Bakurê Kurdistanê feda kirin, hêjan jî malbatên piraniya wan ti agahî derbarê zarokên xwe dest nexistine.

Pustên heman beş