HSDê nasnameyên 8 şervanan eşkere kirin

HSD-8-Turkey-info

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 8 şervanên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku 8 endamên wan di cih û dîrokên cuda de li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şer li Kobanî, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dijwar bûye.

Her wiha hat diyarkirin ku şervanê HSDê yê bi navê Xelîl Bozê yê ji Kobaniyê ji ber “nexweşiyeke giran” canê xwe ji dest daye.

Nasnameyên şervanên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Nîhad Hecî ji Girê Spî.

Mehmûd Newafê ji Reqayê.

Ehmed El Munîfê ji Dêrezorê.

Hemûd Mihemedê ji Dêrezorê.

Heyder Xizêmê ji Dirbêsiyê.

Newaf Qetiyê ji Şedadê.

Xelîl Bozêyê ji Kobaniyê.

Muhened Mihemedê ji Reqayê.

Pustên heman beş