Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî ji bo lêkolînkirina bûyerên duh yên li Kerkûkê cîgrê wezîrê dadê şand Kerkûkê.
Şaneya medyayî ya ewlehiyê got: “Fermandarê giştîyê hêzên çekdarên Îraqî Mihemed Şeya Sûdanî, lêkolîn li ser hûrgilyên bûyereke ku duh li derdora parêzgeha Kerkûkê qewmî destpêkir ku tê de nehiştin cotkar karên xwe bikin”.
Şaneya medyayî ya ewlekarî herwiha dibêje, Sûdanê ferman daye fermandarîya operasyonên hevbeş; ji bo lêkolînkirina hemû hûrgiliyên bûyerê divê komîteyeke bilinda lêkolînê bi nûnerên hemû partiyan were avakirin.
Ofîsa raghandinê ya parêzgarê Kerkûkê got; komîteya bilind bi biryara Mihemed Şeya Sûdanî hat avakirin.
Ofîsê got: Lijneya bi serokatya Dr.Zyad Xelîfe cîgrê wezîrê dadweriyê ji Bexdayê gihîşte kerkûkê.
Duh li gundê Şenaxeyê yê Sergerana Kerkûkê artêşa Îraqê bi awayekî hov êrîşî cotkarên Kurd kir û nehiştin ew zeviyên xwe bikêlin, vê bûyerê bertekên mezin yên Herêma Kurdistanê li pey hatin.