Tevî pêvajoya aşitiyê 282 kesên din bi sûça PKKê hatin girtin

282-pkk

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên “Gurz-46″ê yên ku 5 roj in li 51 bajaran li dijî PKK/KCK dewam dikin da 282 şikbar hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku operasyon bi hevkariya Serdozgeriyên Komarê, Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Serokatiya Îstixbaratê bi destê midûriyetên ewlehiyê yên bajaran va hatin kirin.

Yerlîkaya got operasyon li dijî şikbarên hat tespîtkirin ku alîkariya aboriyê didin rêxistina terorê, weşanên qedexe yên ku alîgirê rêxistinê temîn dikin û beşdarî bûyerên kuçe û kolanan ên ku tundî lê çêdibin bûne, hatin kirin.

Wezîr Yerlîkaya anî ziman ku di operasyonên “Gurz-46″ê yên ku 5 roj in Enqere, Stenbol û Îzmir jî di nav da li 51 bajaran li dijî PKKê/KCKê dewam dikin da 282 şikbar hatin girtin.

Pustên heman beş