Bê rêxistinî û bi serê xwe kar kirin Kultureke ji wê çanda zîndanê bû ku îro dagirkerên me fêkiyên xwe dixwin. Ji ber ku dijmin baş dizanin ku ji bona welatekî kolonî karê bê rêxistinî, karê herî rehet e ku serîhildan an berxwedanên wan têk bibe.
Ji bona vê bû ku di zîndanê de ew bi darê zorê bi girtiyan dane qebûlkirinê. Lê ew li vir jî nesekinî. Ew çanda bi darê zorê hatibû pêkanîn, li derve ango qehremanên wê zîndan piştî ku ji zindanê derketin, ew çanda bê rêxistiniyê ji xwe re kirin weke mertalekî.
Di hemî kar û barê xwe de, di rabûn û rûniştinên xwe de, wê çanda ku bi darê zorê bi wan hatibû qebûlkirin, êdî jixweber ango li ser daxwaza hin ji wan qehremanên zîndanê pêk dihat. Li gor min ev jî serketineke dagirkeran bû ku pêk anîbûn.
Bala xwe bidinê, ew kesên di wê zîndanê de li hember hemî zor û zehmetiyan, li ber xwe didan. Serê xwe li gor hêz û şertên tê de netewandin. Ew serok û rêberên partiyên Kurdistanî yên qehreman, hin ji wan piştî derketandina xwe ya ji wê zîndanê, bi awayekî ne fermî, bûne dijiminê karê rêxistiniyê.
Ez hinekî vekim da ku em bi hev re vê rewşê fêr bibin. Ev bi serê xwe jî rewşeke kambaxe ku di mejiyê hin kurdên serok û rêberên partiyên kurdistanî ku di wê zîndanê de bûn, bi cih bû ye.
Heger em çavekî li ser rewşa civata xwe ya niha û li ser ya wan qeyremanên wê zîndanê bigerînin, em ê bibînin ku civata me têk çû ye. Ev têkçûn bi daxwaza dewletê ku li ser destê pkk pêk hat û tê. Mixabin hin kurd jî ji vê projeyê re dibin alîkar.
Îro li rewşa Partiyên bakurê Kurdistanê binerin. Hûnê bibînin ku piraniya wan qehreman, serok û rêberên partiyên Kurdistanê yên ji zîndanê derketine, ya li mala xwe rûniştine û bêdeng in ya jî bi serê xwe tevdigerin.
Weke tê zanîn ku tevgerên sexsî dê nikaribe welatekî azad bike. Loma di zîndanê de ew çanda bê rêxistiniyê di serê gelek qehremanên wê zîndanê de bi cih kirin. Ji xwe Kurd fêrî wê yekê bûne ku tiştên bi darê zorê bi wan didin qebûlkirinê, dem tê êdî ew bi kêfa xwe wê li ser xwe dipesidîne.
Li gor vê jî karbidestên zîndana Diyarbekirê ew bê rêxistiniya girtiyan ya zîndanê bi zanetî û bi darê zorê bi girtiyan dabû qebûlkirin. Hezar mixabin ku îro ew kesana piraniya wan ya bi serê xwe ne ya jî derveyî rêxistiniyê hin karên rewşenbîrî, nivîskarî û siyasî dimeşînin û xwe dûrî karê rêxistiniyê dikin. Ev bi serê xwe bobelateke.
Ew canik û camêrên weha hê jî fêr nebûne ku wê çanda di zîndanê de bi darê zorê bi wan dabû qebûlkirinê, ji ser xwe rakin. Ya jî ev li gor kêfa wan e jî ku êdî rêxistinî kar nekin. Helbet ev bi serê xwe kareseteke mezin û wendakirineke bê pîvan e.
Lê PKK ya karê xwe, rêxistiniya xwe, ji çanda wê zîndanê girtibû, pir xweş ev yeka pêk anîbû û pirxweş pêk tîne. Çi dike? PKK jî lê dixebite ku ji bilî wê tu rêxistinên din yên welatparêz nemîne an jî ji bona tunekirin û bêdengkirina wan ji roja ewil de ev kar destpêkirine û hê jî berdewam e. Çi kuştin û ji holê rakirinê, çi jî bidengkirin. Hê jî vî karî didomînin
Destpêkirin ku welatparêzin Kurd, mele û axayên kurdperwer kuştin û dikuştin. Bi vê jî nesekinî, di belavoka xwe ya damezrandina xwe de nivîsîbûn: ”Ew axa, tevger û partiyên li dij şoreşê divê ji holê rabe”. Di eslê xwe de li dij komara tirkiyê bû, lê hin kurdan ev fêm nekirin. Her weha jî kirin.
Şerê axa, êl û malbatên welatparêz kirin. Bi şerê li gor berjewendiya dagirkeran hin kuştin û hin sax jî man, hewldan da ku yên sax mane bikin hevkarê dewletê. Heger em li dîrokê binerin ev pêk jî anîbûn. Di zîndanê de jî bi tehdîtan û bi lêdanê gelek girtî kirin şîxur û xizmetkarê xwe.
Piştre jî pkk ya ku dewletê damezrandibû û perwerdahiya xwe ji wê zîndanê girtiibû, vegeriya da ku şerê qaşo xelasiya Kurdistanê bikin û kirin, (xelasî ne bi maneya azadiyê bi kar dianîn) Bi rastî jî wan Kurdistan ne azad lê xelas kirin. Ji ber wî şerê bi dewletê re li hevkirî. Kurdistan dane valakirin.
Bi saya şerê xelasiya Kurdistanê ya bi hevkariya dewletê, pkk kirin hêza herî mezin û xurt. Ji bona kes, şexs, partî û tevgerên welatparêz êdî dengê xwe dernexin. Ev jî pêk anîn û pkk kirin yekem partî li bakurê Kurdistanê. Tirs û xofa pkk bi kuştina welatparêzan kete nava kurdan ku êdî herkesan hesabê xwe jê dikirin. Ango êdî jî tirsan ku di derheqê wê de tiştekî bêjin.
PKK bi saya wê tirs û xofê li bakurê Kurdistanê her tişt weke xwe kir. Di zîndanê de jî bi hukmê lêdan, êşkence û cezayê giran ew zîndan û girtiyên têde, ji bilî hin îstîsneyan kirin weke xwe. Êdî wir bû cihê êşkence û teslîmgirtina girtiyan..
Piştî şerê qirêj ya pkk ew jî bi wê hêza xwe û bi sedema dest bi şerê xelasiya kurdistanê kirine, her tişt weke xwe kirin. Gelek qehreman di nava xwe de kuştin. Gelek bê şexsiyet kirin. Agir bi Kurdistanê xist da ku vala bibe û ne bi temamî jî be, wê daxwaza dagirkeran pêk anîn.
Çawa ev 45 salên ku kiryar û bûyerên wê zîndanê nayê ji bîr kirin. Heta du û sê nifşan jî wê wecê pkk ya rast neyê dîtin ku armanc û derketandina wê ji bona çi bû?