Weke tê dîtin, jiber şikestinên berdewam li hember Tirkiyeyê, PKK’ê tevgera çekdarên xwe veguhestiye derdûra gundên Duhokê, bi vê sedemê dewleta tirk di dema 9 rojên derbasbûyî de hejmareke herî zêde ya gund, gelî û deverên diyar yên Duhokê bordoman kirine û bi sedan mûşek lê barandine. Van êrîşan zirarên herî mezin bi xwezaya herêmê û şêniyên gundan xistiye.
Cihên hatîn bombebarankirin evin:
11/2/2025
Saet 4:32 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Xasto û Hilora yên ser bi nahiya Şêladizê li devera Zêbariya bombebaran kirine.
12/2/2025
Saet 12:00 heyanî 12:30 nîvro, leşkerê Tirkiyeyê derdora geliyê Bazê û geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala bombebaran kirine.
Saet 1:00 heyanî 1:10 nîvro, leşkerê Tirkiyeyê gundên Mijê, Kevne Mijê û Girgaş yên devera Berê Garê bombebaran kirine.
Saet 5:15 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê serê Qumriya kevin ya ser bi nahiya Kanîmasê li devera Berwarî Bala bombebaran kiriye.
13/2/2025
Saet 1:00 heyanî 1:15 nîvro, leşkerê Tirkiyeyê nêzî pira Bilbilê ya ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.
Saet 1:25 heyanî 1:50 nîvro, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundên Mijê û Kevne Mijê careke din hedef dirtine.
Saet 10:20 şevê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Girgaş yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye.
14/2/2025
Saet 1:10 heyanî 1:40 şevê, leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Harîka yê ser bi nahiya Dêrelok bombebaran kiriye.
Saet 5:20 heyanî 5:25 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundên Mijê û Spîndarê bombebaran kirine.
Saet 7:20 mexreb, leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundê Qumriya kevin bombebaran kiriye.
15/2/2025
Saet 7:20 Mexreb, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bazê bombebaran kiriye.
16/2/2025
Saet 7:20 mexreb, leşkerê Tirkiyeyê çiyayê Metîna bi tundî bombebaran kiriye.
Saet 9:45 heyanî 9:55 spêdê, leşkerê Tirkiyeyê careke din geliyê Bazê bombebaran kiriye.
Saet 2:00 heyanî 2:50 nîvro, topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîdnarê bombebaran kirine.
Saet 8:30 şevê, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê serê Soriya li rojhilatê nahiya Çemankê bombebaran kiriye.
17/2/2025
Saet 10:15 heyanî 11:00 spêdê, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê tunela çekdarên PKK’ê ya li pişta çiyayê Hêlîna Qelê li hindavî gundê Baxêrê, aqarê gundê Kareva û di navbera serê Kanîka û aqarê gundê Geverkê bombebaran kirine.
Saet 4:10 heyanî 4:30 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê pişta gundê Geleka yê ser bi nahiya Dêrelok û aqarê gundê Spîndarê bombebaran kirine.
Saet 8:30 şevê, leşkerê Tirkiyeyê geliyê Dêra yê devera Berwarî Bala bombebaran kiriye.
Saet 8:51 şevê, leşkerê Tirkiyeyê careke din aqarê gundên Mijê, Kevne mijê û Spîndarê bombebaran kirine.
18/2/2025
Saet 2:00 nîvro, leşkerê Tirkiyeyê geliyê Dêra yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.
Saet 12:24 nîvro firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê çiyayê beramber Sorê Sigêrê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.
Saet 12:40 leşkerê Tirkiyeyê geliyê Şêrane li pişta gundê Geleka yê ser bi nahiya Dêrelok bombebaran kiriye.
Saet 5:10 êvarê, leşkerê Tirkiyeyê dîsa gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê bombebaran kirine
Saet 5:55 êvarê, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê dîsa geliyê Dêra bombebaran kiriye.
19/2/2025
Saet 8:55 spêdê, firrokeyên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Hespa yê ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.
Ji Hezîrana sala rabûrî ve artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona pence li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê destpêkiriye û rojane gundên Duhokê di vê operasyonê de tên bordoman kirin.
Li dawiya sala 2024 serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKK’ê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKK’ê li başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 9 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Duhokê kiriye.