Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 2720 gund û deveran hatin girtin û tîmên rakirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li gorî agahiyan barîna berfê û bagera zêde bandoreke neyînî li jiyana welatiyen Bakurê Kurdistanê kiriye.
Ji ber barîna berfê li bajarên Diyarbekir, Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Elezîz, Şirnex, Dersim, Erzirom, Îdir, Qers û Sêrtê li 2720 gund û cihan çûnûhatin nayê kirin.
Tîmên paqijkirina berfê yên şaredariyên wan bajaran piştî barîna berfê, karên xwe ji bo vekirina rêyên tax û gundan ên berdewam dikin.
Herwiha li bajaren Bakurê geştên esmanî hatine rawestandin.