Balafirên şer yên dewleta Tirk, 5 çekdarên rêxistina PKKê li herêmên Gare û Qendîlê yên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyeyê îro roja sêşemî 25 Sibata 2025ê ragehand, li herêmên operasyonên Pence û Kaniya Aştiyê êrîşên hewayî li dijî rêxistina PKKê û YPGê hatine encam dayîn.
Destnîşan kir, li herêma operasyona Pence û Qendîlê 5 çekdarên PKKê hatine kuştin û li herêma Kaniya Aştiyê çekdarekî YPGê.
Rêxistina PKKê derbarê êrîşan ti agahî nedane, lêbelê duh roja duşemî gotbû ku balafirên şer binara Qendîlê bi dijwarî bordoman kiriye.
Ji 20 Sibata îsal 2025ê ve, ango di 5 rojên derbasbûyî de, 28 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hatine kuştin.