HPG’ê piştî berxwedana gundê Guherzê paşve gav avêt

HPG'ê piştî berxwedana gundê Guherzê paşve gav avêt

Roja 21ê Sibatê li gundê Guherzêyê ser bi nahiya Dêralok a Amêdiyê ve di encama şer û pevçûna navbera hêzên çekdarên Tirkiyê û PKK’ê de 3 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê medyayên YNK û PKK’ê li ser torên civakî xelkê Guherzê û Asayîşa Herêma Kurdistanê bi vê bûyerê sûcdarkirin. HPG’ê îro li ser mijarê daxuyaniyek da.

Piştî bûyera ku di 21’ê Sibatê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn, gelê Guherzê ji aliyê çapemeniya PKK û YNK’ê ve bi xîyanetê hatin sûcdarkirin. Her wiha endamên PKK’ê bi taybet endamê Komîteya Çapemeniya PKK’ê Amed Dîcle jî xwestin ku vê bûyerê bixin stûyê xelkê gundê Guherzê û Asayîşa Herêma Kurdistanê. Van dezgehên çapemeniyê têkildarî mijarê vîdeoyên hestiyar çêkirin û gelê Guherzê kirin hedef. Li ser vê yekê civata gundê Guherzê di 23’ê Sibatê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ewê hesabê kesên ku xelkê Guherzê kirine hedef bipirsin û ji PKK’ê û hêzên çekdarên Tirk jî xwestin ku şerê xwe ji gundê wan dûr bixin. Piştî daxuyaniya gelê Guherzê û bertekên li ser medyaya Civakî, HPG’ê îro daxuyaniyek da.

HPG’ê wiha got: “hate tespîtkirin, yên ku li nêzî gundê Guherzê di 21’ê Sibatê de kemîn danîn pêşiya hevalên me, tîmeke kontraya taybeta hêzên dewleta Tirke. Di vê bûyerê de rola xelkê Guherzê nîne.”

Tê texmînkirin ku HPG’ê tevî gotinên berê jî ji ber bertekên gelê Guherzê ev daxuyanî da. Ji ber vê yekê hemû daxuyaniyên PKK’êyên ku heta niha derbarê bûyerê de hatine dayîn, vala derketin.

Her wiha derdorên PKK’ê têkildarî bûyerê ji bo ku yektiya gelê Guherzê xera bikin û wan li dijî hev derxînin Muxtar û hin şêniyên gund bi zanebûn hedef girtin. Bi daxuyaniya HPG’ê de hewildanên kesên ku dixwestin gelê Guherzê li hemberî hev derxînin, vala derketin.

Li gor zanyariyên meydanê, her sê gerîlayên PKK’ê endamên wê koma gerîla ne ku di tunela PKK’êya bi navê Bahar Tepesî de ku dikeve çiyayê hindavî gundê Guherzê hatiye dorpêçkirin. Dema ku bi şev ev 3 gerîla ji tunelê derketine leşkerê Tirkiyeyê ew şopandine heya gihiştine derdora gundê Guherzê, anku leşkerê Tirkiyeyê bi xwe tev agahî li ser wan gerîlayan bi dest xistine û ew  armanc kirine. Belê, di encama polîtîkaya tunelêya PKK’ê de 3 gerîlayên ku dihate texmînkirin li wê herêmê şareza nîne û di pevçûnê de ti gule ne berdane leşkerê Tirk, jiyana xwe ji dest dane.

Gelê Guherzê yê ku kedên mezin di têkoşîna neteweyîya Kurdistanê de dane, gelên xwedî şehîd û pêşmerge ne. Piştî ku PKK li derdora gund bi cih bû, hêzên çekdarên Tirkiyeyê hatin herêmê. Ji ber ku PKK’ê rê neda hêzên pêşmerge li derdora gund bi cih bibin, hêzên çekdarên Tirkiyê 750 metre li dûrî gund xaleke leşkerî ava kirin. Gund ji sala 2021’an ve di navbera du agiran deye.

Pustên heman beş