Rêveberiya Xweser radigehîne, “Me rexne li ser Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî hene û em nabin pareke bicihanîna encamên wê.”
Rêveberiya Xweser îro (Sêşem, 25.02.2025) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî nûnerîtiya gelê Sûriyeyê nake, me jî wekî pareke wî welatî nûnerê xwe di wê kongireyê de nebû.”
Di wê ragehandinê de herwesa amaje hatiye dan ku, wan rexne li ser naveroka wê konferansê heye û encamên wê bi cih naînin.
Rêveberiya Xweser daxwazê ji gelê Sûriyeyê jî dike ku, li ser karên xwe berdewam be ji bo ku bigehe encamên şoreşa xwe, pêxemetî bicihhatina xwesteka gel.
Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî her îro civîna xwe kir, paştir di ragehandinekê de amaje da ku, hemî parvekirin û cudabûnan red dike.
Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî herwesa daxwaza bilezkirina pêngavên amadekirina destûrê nû yê Sûriyeyê kiriye û tekez jî kiriye ku, divê ax û gelên Sûriyeyê hevgirtî bimînin.
Kongireya Diyalogê ya Sûriyeyî herwesa ragehand ku, hemî komên çekdar ên Sûriyeyê wekî komên ji-qanûnê-derketî tên hesibandin.
Wê kongireyê pêdivî jî zanî ku, pêxemetî vejandina Sûriyeyê û pêşxistina kertên cuda cuda, sizayên aborî yên li ser Sûriyeyê bên rakirin.
Herwesa daxwaz hatiye kirin ku lez di vegerandina awareyên Sûriyeyê ji bo warê wan de bê kirin, herwesa redkirina hemî rengên desttêwerdanên derve û ji wan jî desttêwerdanên Israîlî hatin redkirin.