Zîndana Diyarbekirê û PKK (4)

Zîndana Diyarbekirê û P*K*K (6)

Bûbê Eser

Xalek ji xala zîndana Diyarbekirê ya herî girîng jî ew bû ku kesên li wir bê şexsiyetkirin bû. Ji ber ku desthilata zîndanê zanîbûn ku kesên di wirde  piraniya wan, ji yên zana, jêhatî, xwenda û berpirsan pêk dihat in. Loma ew fikirîn ku dema wan bê şexstiyet bike, dê di bêsexsiyetkirina wan da, girtiyan jî bê şexsiyet bike da ku hemî daxwazên wan pêk bînin.

Li gor vê biryarê jî dest bi karê bêsexsiyetkirina qehramanên di wê zîndanê de bûn, kirin. Bêtirîn kesên serok û rêveberên tevger an partiya xwe bûn. Desthilata zîndanê dixwestin ku wan bi hukmê lêdan û bi gotinên ne li rê erza wan bişkêne. Şexsiyeta wan têk bibe da ku tesîra wan li ser girtiyên di zîndanê de nemîne.

Îdara zîndanê, hingî daxwazên xwe ji kesên xwe teslîmê wan kiribûn, pêk anîbûn ku dema ew jj zîndanê jî hatin berdan, di  nava civatê de jî tu qîmet û rûmeta wan nemabû. Herkesan ew bi tohmetên giran sûcdar dikirin. Bi vê jî wan kesên zane, serok û rêberên tevgerên xwe, ji ber lêdan û êşkenceyên wê zîndanê, li ber xwe nedan û gelekan xwesteke karbidestên zîndanê pêk anîn.

Lê karbidestên zîndanê bi vê jî nehatin ser. Wan kesên ku xwe radestê îdareya zîndanê kiribûn. Dixwestin ku girtiyên di wê zîndanê de jî weke wan bike. Ango bi temamî îradeya xwe rasdestî berpirsê wê zîndanê bikin. Serîhildan û berxwedana girtiyan nemîne. Heta radeyekê bi ser jî ketin.

Armanc ji vir ew bû ku piştî derketandina wan kesan ji zîndanê, êdî wê hevalbend û gelê wan ji wan bawer nekirina ku ewên ji bona gel karekî baş bikin. Bi vê yekê jî êdî bawriya endam û milet ji rêber û serokên wan yên berê ku di zîndanê de teslîm bû bûn, nedima. Tesîra wan li ser hevalbend û civatê şkestibû ku êdî bê bandor mabûn.

Bi vê jî malwêraniyeke nû xistin nava gel ku êdî kes ji kesan bawer nekin. Ev bû sedema ku êdî karê rêxistiniyê li bakurê kurdistanê lawaz dibû. Ev dibû sersedema herî mezin ku gelek qehreman û zanên miletê kurd di wê zîndanê de hatin tunekirin û pûçkirin.

Carekê bala xwe bidin tevgerên bakurê kurdistanê yên niha hûnê bibînin ku ew qehremanên wê zîndanê piraniya wan îro di nava karê rêxistiniyê de tune ne. Ev bi serê xwe bobelateke ku kurd û tevgerên wan lawaz in.

Heger hin ji wan qehremanên ji wê zîndanê derketibûn, bê ku cûdahiyekê bixwe nava gelê xwe, dest bi karê rêxistinî kiribana, wê îro halê me ne ev hal be. Ji ber ku kesên weha bi wan tecrubeyên xwe yên di zîndanê de, dikarîbûn rêxistineke ku temsîla gelê kurd bike damezrînin. Lê mixabin piraniya wan ew kar nekirin.

Hin bi karê şexsî û hin jî bi karê xwe yên malbatî biliiyan. Wê zor û zehmetiya zîndanê ew fêrî bi hevre karkirinê nekir. Loma jî îro em weke kurd li bakurê kurdistanê ne xwedî rêxistineke xwe ya bi hêz in ku bikaribe bibe berdevkê gelê xwe.

Pkk ya ku terbiye û perwerdeya xwe ji zîndanê Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê girtibû, wê jî weke di wê zîndanê de çi dianîn serê girtiyan, dianî ser gerîlayên xwe. Ji bona ev jî hinekî bê fêmkirin wê vekim.

Weke me berê jî gotibû, avakirin û damezrandina pkk li ser asasê kuştin û rijandina xwîna kurdan bû. Lê her tim rijandina wê xwînê ji bona berjewendiya dagirkeran bi kar dianî.

Di nava pkk de jî kesekî hinekî bi pêşve biçûya, ruhiyeta welatparêzî pêre geş ba, ew kesana dihatin bê şexsiyetkirin ku ji Evdila pêve tu kesên bi sexsiyet nemîne. Em bûne şahidê wê yekê ku gelek caran Evdila bi endamên xwe yê serokatiyê de kar girtibûn, diciviya û heqaretên mezin li wan dikir. Weke yuzbaşiyê wê zîndanê Esad Oktay Yildiran çawa li qawişan digeriya û haqaretên mezin li kesên berpirsên tevgera xwe bûn dikir. Evdila ji wî jî xerabtir dianî serê endamên xwe yên serokatiyê

Ji ber vê ye ku îro ew kesên qaşo ji pkk veqetiyanin, di nava tu rêxistin û partiyên kurdan de cih nagirên. Sedemên vê gelek in. Yek, destên gelekan bi xwîna kurdan e. Piranî jî hatine bêşexsiyetkirin. Kesên bê şexsiyet jî tim piştkul in. Loma her bi serê xwene û bi tena xwe ne.

Ev metod di zîndanê de çawa dihat bi kar anîn, di nava pkk de bi awayekî hê xetertir pêk dihat ku gelek mêrxas û kesên jê hatî bi nava sîxur an zilamên dewletêne dihat kuştin û veşartin. Di eslê xwe de ew kesana mirovên xwedî hizra kurdî bûn ku divê bihatana  kuştin û dikuştin. Di zîndanê de jî ew kesên ruhiyeta berxwedanê bi wan re hebûn, ya dikuştin ya jî di hucreyan de dirizandin.

Wê bidome

Pustên heman beş