DEM Partî: Divê Ocalan piştî peyama xwe bide, were azadkirin

DEM Partî: Divê Ocalan piştî peyama xwe bide, were azadkirin

DEM Partî daxwazê ji hikûmeta Tirkiyeyê dike, piştî Ocalan peyama xwe ya li ser pêvajoya nû ya aştiyê bide, ji zindanê derkeve.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya banga çaverêkirî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ku dê piştî hevdîtina îro ya bi şandeya DEM Partiyê re were kirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Diyarbekir daxuyaniyek dan.

Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Diyarbekirê Gulşen Ozer bang li welatiyên bajêr kir ku bi îro 27-02-2025 danê êvarê li meydana Şêx Seîd a navenda bajêr kom bibin û bi hev re li peyama Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya nû ya aştiyê guhdarî bikin.

Herwiha got: “Abdullah Ocalan di peyama xwe de, nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser çareseriya pirsa Kurd bi giştî pêşkêş dike û çi bêje û daxwaz bike, em ê pabend bin.”

Gulşen Ozer got jî: “Em bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku piştî peyama Ocalan bê weşandin, êdî ew di girtîgehê de nemîne.”

Tekez kir jî: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê li benda peyama dîrokî ya Ocalan in ku ji bo aştî, ewlehî û aramiya navçeyê gelekî girîng e.”

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn dike.

Berdevka Dem Partiyê Ayişegul Dogan dabû zanîn, Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina bi Ocalan re, dê li Stenbolê di demjimêr 17.00 de daxuyaniyê bide û banga Ocalan rabigihîne.

Pustên heman beş