Bahcelî: Peyama Qendîlê jî weke peyama Îmraliyê binirx û cihê razemendiyê ye

Bahcelî: Peyama Qendîlê jî weke peyama Îmraliyê binirx û cihê razemendiyê ye

Serokê MHPê dibêje: “Peyama Îmraliyê ji destpêkê heta dawiyê ve, gelekî girîng û binirx e û peyama Qendîlê jî bi heman awayî binirx û cihê razemendiyê ye.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî duh 1ê Adarê li ser peyama Abdullah Ocalan û Qendîlê axivî û her du peyam bi girîng binav kirin.

Bahçelî got: “Peyama ku ji Îmraliyê ve hatiye, ji serî heta dawiyê bi nirx û girîng e û peyama ku ji Qendîlê jî hatiye, binirx û cihê razemendiyê ye.”

Destnîşan kir, yekbûna helwestên serkirdeyên PKKê li ser banga Ocalan û piştgiriya wan ji bo bangê di vê qonaxê de, di berjewendiya her kesî de ye. Gihîştina armancan bi rêya terorê, xewneke pêknehatî ye û gelê Tirkiyeyê dîrokeke nû dinivîse.

Serokê MHPê got jî: “Sebeha Tirkiyeyeke ji terorê dûr dest pê kiriye û roya aştiya neteweyî li ber hilatinê ye.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.

Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, ji bo Banga Abdullah Ocalan re, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

Pustên heman beş