Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî PKK’ê zarokekî din ji bajarê Hesekê bi armanca çekdarkirina wî di nava refên partiyê de revand.
Di 2ê Adarê de, tora Sûrîya Mafên Mirovan revandina zarokê 11 salî Yezin Xemîs El-Cûma ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ji taxa Neşwaya Rojava li bajarê Hesekê belge kiriye.
Li gor agahiyan çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ew zarok biriye kampên tecnîdkirina zarokan.
Malbata zarokê revandî tevî hewildanên wan yên serdana navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hîna nekarîne agahî derbarê çarenivîsa kurê xwe bi dest bixin û hewlên malbata wî ji bo lêgerîna kurê wî têk çûne.
Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî di sala 2019an de ligel Vêrcînya Gamba nûnera NY bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.