Bûbê Eser
Armanc û hedefa zîndana Diyarbekirö, ya ewil ew bû ku zimanê kurdî li girtiyan qedexe bike, bû. Loma jî destpêka vê hêdî hêdî û bi nermî xwestin ku girtî bi zimanê xwe ango bi kurdî qise nekin. Her ku diçû ew agirê ku dixwest zimanê me tune bike, gûr dibû. Wî agirî zimanê me dişewitand. Hestiyên me dikir xwelî. Lê em pê nehesiyan û me fêm nekir ku wê ew agir bi temamî zimên bişewetîne.
Ji ber ku tevger û partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê li ser asasê bi karanîna zimanê tirkî siyasetê bikin, hatibûn damezandin. Di destpêkê de vê bondorek mezin li me nekir. Ji xwe me jî jixweber, bi hevre, di munaqeşe dan û stendinên xwe de, bi tirkî qise dikirin.
Lê her ku karbidestê zîndanê kurdî li me û li malbatên me yên dihatin seredana me qedexe dikirin, hin ji me em ji nûde li xwe hay bûn ku bê qîmet û rûmeta ziman çiqasî girîng e. Dûre jî em têgihiştin ku hebûna miletekî li ser asasê zimanê wî ye. Me baş fêm kir ku hebûn û parastina zimên, tê wateya ku em xwe, milet û çanda xwe diparêzin.
Li hember wê zilm û zordariyê, her çiqasî hinan berxwe dan jî, lê talî ew daxwaza karbidestên zîndanê pêk hat. Ji ber ku wan ne tenê li me, her weha li malbatên me yên ku bi tirkî jî nizanîbûn axaftin zimanê kurdî qedexe kiribûn.
Ji ber vê bû ku hesreta dayikekê ew bû ku bi kurdî ji kurê xwe re bêjin: ” kurê min tu çawa yî?”. Ji bona em bi kurdî li gel malbatên xwe qise nekin. Li ber me û li ba ziyaretçiyên me leşkerek wazîfedar kiribûn ku em nikaribin bi hevre kurdî qise bikin.
Di demeke dirêj de heger mirov bi kurdî qise neke, êdî mirov fêrî bikaranîna wî zimanê li ser me hatibû ferzkirinê dibe. Ji ber vê ye ku îro piraniya qehremanên wê zîndanê li malên xwe, bi zarok û malbatên xwe re tirkî qise dikin.
PKK ya ku perwerdeya xwe ji wê zîndanê girtibû jî, dema qaşo dest bi şerê çekdarî ku ya ji bona tunekirina kurdan kiribûn. Çiqasî ne bi fermî jî be, di nava wan û di perwerdekirina wan de kurdî tune bû. Zimanê gerîlayên wan ê perwerdê tirkî bû.
Di welatekî de rêxistin an hêza desthilat reng û şikil dide endam an miletê xwe. Heger partiyek bi kîjan zimanî xwe perwerde bike, karên xwe yên leşkerî, bi zimanê dagirkerên xwe pêk bîne, ew partî dê nikaribe an wê nexwaze zerareke mezin bide xwediyê wî zimanê ku ew bi kar tînin.
Loma yên zimanê kurdî li bakurê kurdistanê kuştin, yek zîndana Diyarbekirê û piraniya kesên ji wir hatibûn azadkirin bûn. Ya dudan jî, wan ciwanên kurd yên di nava PKK de bûn ku zimanê xwe ji bîr kirin. Dema ziman ji bîr kirin, rûhiyeta kurdî jî roj bi roj bi wan re kêm dibe. Heta gihişt radeyekê ku gelekan xwe weke tirk didîtin. Loma jî Kemalîzm baş û tirkiye jî welatekî hevbeş didîtin.
Ji ber vê bû ku gelekên ji wan rêvebirên pkk jî, weke rêber û serokên xwe armanca xwe ya ku ”tu armanca me ya perçekirina tirkiyê tune ye” dianîn zimên. Ew helwest, ev daxwaz îro di şert û mercên niha de li ser daxwaza Evdila ku ji bona kurdan tu tiştekî naxwaze û bi hezaran jê re li çepikan dixwe, ev e.
PKK ne tenê gerîlayên xwe yên bakurê kurdistanê, her weha wan ciwanên ji perçên din jî ku tevlî wan dibûn, fêrî tirkî dikirin. Armanc ji vê, wan jî berbi tirkbûnê birin bû. Fêkiyên tekoşîn û berxwedana pkk ya ku ji bona komareke xurt ya tirkiyê îro pêk hatiye.
Heger îro piraniya kurdan li bakurê kurdistanê kurdî neaxifin, nizanin sedema vê yek zîndana Diyarbekrirê ya bi navê 5 nolî yê ye. Ya dudan jî tevgera PKK ya ku li ser perwerdekirina zîndanê Diyarbekirê û fêrbûna Kemalîzmê ye.
Loma dagirkeran PKK xurt û bi hêz kirin ku li ser destê wê ziman û adetên kurdî û kurdistanê têk bibin. Di vî warî de dikarim bêjim ku bi serketine. Ji ber ku PKK bi şikil, hêz û qaweta xwe reng û dengê kurd û kurdistanî guherî. Ciwanên kurdan roj bi roj berbi Kemalîzmê ve kişandin.
Bi gotineke din PKK Ciwanên bi wê mezin bibûn, hêdî hêdî kedî kir û Kemalîzm di mejî û şexsiyeta wan de bi cih kir ku piştî tekoşîn û berxwedana 40 salan îro tiştekî ji kurdan re naxwazin. Em dibînin ku li hember ewqas cangoriyên ciwanên kurd, li hember daxuyaniya Evdila bêdengiyek heye û heta gelek ji ciwanên bi wê mezin bûne, vê malwêraniyê diparêzin.
Dixwazin qilifekî jê re bidirûn û bêjin hebûna tirk û kurdan bi hevre di berjewendiya wan de ye. Lê fêmnakin ku ev tenha tunekirina kurdan û xurtkirina komara tirkan e.
Heger me, bav û bapîrên me di sed salan de li berxwe dan, piştî sed salî êdî bi rêya pkk wê pî û baskên milet bişkênîn da ku mafekî nexwazin. Ji xwe projeya damezrandina pkk jî li ser vî asasî pêk hatibû.
Heger armanc û hedefa pkk ji bona azadiya kurd û kurdistanê heba, wê piraniya rêberên wê jî xwe fêrî kurdî kiribana. Him ev nekirina him jî kurdên bi tirkî nizanîbûn fêrî tirkî kirine.
Weke çawa di zîndanê de piraniya girtiyên wê zîndan teslîm girtin û weke tirkekî ji wê zîndanê derketin. PKK jî kadroyên zîrek û kurdperwer di nava xwe de, bê ku haya wan jê hebe hêdî hêdî ew Kemalîzma kurd qir kiribû û Kurdistan wêran kiribû, bi wan şêrîn kir. Loma jî Evdila çi dibêje bê ku hin bifikirin jê re li çepikan dixin. Evdila jî vê yekê baş dizane loma li ser navê pêvajoya tunekirina kurdan yekî Tirk û yeka Ereb vê bi rêve dibin.
(Wê bidome)