Şanda Îmraliyê careke din bi aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re dicive

Şanda Dem Partiyê careke din bi aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re dicive.

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo danûstandinên li ser peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan careke din bi aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re dicive.

Şanda Dem Partiyê, ku ji Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan ê hevserokê wê partiyê pêk hatiye, seet 10:00 ê sibeha îro (Duşem, 10.03.2025) bi Partiya Zehmetkêşan re dicive, paştir seet 13:00 serdana bingeha Partiya Gel a Komarî (CHP) jî dike.

Civîn dê berdewam bin û biryar e şanda Dem Partiyê seet 11:00 ê berî nîvroya roja Çarşemê (12.03.2025) bi Partiya Paleyên Tirkiyeyê (TIP) re li Perlemanê bicive.

Herwesa şanda navbirî li roja 17ê vê mehê serdana bingeha giştî ya Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) dike û bi Devlet Bahçeli ê serokê wê partiyê re dicive.

Pustên heman beş