Salih Muslim: Peymana li Şamê hatiye îmzekirin li gorî nameya Ocalan e

Salih Muslim: Peymana li Şamê hatiye îmzekirin li gorî nameya Ocalan e

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê diyar kir, rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî bi peyama Abdullah Ocalan re digunce.

Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de, ku duh 10ê Adarê li Şamê pêk hat, diyar kir ku ew ne li derveyî gotinên nameya Abdullah Ocalan de ne.

Salih Muslim da zanîn, nameya Ocalan ji Rêveberiya Xweser re hat. Di wê nameye de tiştê hatiye diyarkirin, ew di rêyek rast de ne. Ew ê bibin parçeyek ji Sûriyeyê û got: “Em ne li derveyî gotinên di wê nameyê de ne. Bi kurtî em di xalên ku Rêbertî diyar kirine de diçin.”

Herwiha got: “Helbet bi şertê parastina azadî û mafên xwe, em ê cihê xwe di nava vê dewletê de bigirin. Ji xwe ji destpêkê ve me ev yek anî ziman û li gorî wê em tevgeriyan.”

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê tekez kir, “Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin azadiya xwe biparêzin. Ev hemû jî di peymana ku hatiye îmzekirin de, heye.”

Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:

1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.

2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.

3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.

4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.

7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.

Pustên heman beş